Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan 2024-10-25 08:41:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan. Di êrişan de zarokek hate qetilkirin û gelek kes birîndar bûn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk şevê din bi SÎHA’yan êrişî embarên genim ên li gundê Rovî yê Kobanê kir. Di êrişê de 7 karker birîndar bûn. Hat zanîn ku karkerên birîndar ên bi navên Ebdureûf Mehmûd El Mihemed, Îbrahîm Mehmûd El Mihemed, Cîhad Cûma El Mihemed, Ehmed Mehmûd El Mihemed, Ebdelî Mihemed, Elawî El Hisên El Ero û Mihemed Silêman Skêfî rakirin nexweşxaneyê.    Bombebarana li dijî Kobanê berdewam e. Di encama êrişa li dijî Minbicê de jî zarokek hate qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn.    Di êrişa dewleta tirk a li dijî gundê Bineye yê Minbicê de ji heman malbatê zarokê 11 salî Ferha Alberho hate qetilkirin, Semîr Alberho ê 8 salî û Ebdulrehman Alberho yê 13 salî jî birîndar bûn. Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê tên tedawîkirin.    Liv û tevgera SÎHA’yan a li ser bajar didome.    QAMIŞLO   Dewleta tirk di saetên serê sibehê de jî 4 caran bi SÎHA’yan êrişî du noqteyên li navenda bajarê Qamişloyê kir. Piştî êrişa li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Sinaayê, îcar jî avahiya Şîrketa Satkopê ya li Taxa Qenatsiwêsê hate bombebarankirin.    Têkildarî encamên bombebaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.