25'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-25 09:00:05   * Berdevka TJK-E Ayten Kaplanê diyar kir ku di çarçoveya kampanya "Tîrêjên Rojê" ya ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan dane destpêkirin de, wê milyonek name û kartpostalan belav bikin û got ku ew ê li Kolnê jî meşeke mezin li dar bixin.   ** Ji endamên Şandeya Aqilmendan rojnameger Alî Bayramoglû diyar kir ku nîqaşên niha ji yên di navbera 2013-2015’an de pir cudatir in û ev tişt anî ziman: “Heke Ocalan bikare bi derve re pêwendiyan deyne, dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike.”    * Rojnamevan Mehmet Altan diyar kir ku ji ber geşedanên hundir û derve Tirkiye di rewşeke parçebûnê de ye û bi gotina “Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên herî bingehîn e ku divê were çareserkirin. Konjektura navneteweyî guherî; ‘Heke hûn çareser nekin, yekî din wê bi rengekî cuda çareser bike’” hişyar kir.    * Li Wanê welatiyan ji bo çareseriya meseleya kurd îşaret bi Îmraliyê kirin û got: "Ne gotin, em pratîkê dixwazin."    * Parêzerê Serhat Temîzerê ku roja biryara berdana wî hat dayin jiyana xwe ji dest da Metîn Adiyaman, diyar kir ku pêvajoyeke ku muwekîlê wî ber bi mirinê ve biriye hatiye şixulandin û got ku berpirsê vê jî dozger û îdareya girtîgehê ye ku tevî biryara berdana wî jî ew bernedane.    * Danişîna 9 gundiyên ku piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê yê Êlihê hatin binçavkirin û girtin, dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê lidarxistin. (09.30)    * Danişîna doza ku rêveberên DÎAYDER’ê jê tên darizandin dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Endamên KESK’ê yên bi KHK’ê hatine îxrackirin bi daxwaza li karê xwe bên vegerandin dê li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin (13.30)    * Baroya Wanê dê ji bo Serhat Temîzer ê roja ku da were berdan jiyana xwe ji dest da li avahiya baroyê daxuyaniyê bide. (12.00)