Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran 2024-10-25 09:00:31 BEDLÎS - Hostayê daran Fûrkan Demîrtaş ku ev 18 sal in bi keda destê xwe teşe dide daran, da zanîn ku ji ber ew gelekî girêdayî welatê xwe ye naxwaze biçe tu deran û got: “Ez dixwazim gelê me jî xwedî li me û karê me derbikeve.” Hunera destan şaxek hunerê ye ku hobî û çalakiyên mirov bi destên xwe çêdike, di nava xwe de dihewîne. Dibe ku ev berhem ji bo mebestên keyfî an jî bazirganî be. Hin hunerên destan li ser kevneşopiyên ku bi sedsalan weke hunera gelêrî derbasdar in têne çêkirin. Li Kurdistanê jî hunera destan gelekî belav e û li hemû herêmên Kurdistanê mirov rastî hunera destan tê. Li herêma Bedlîsê jî hunera destan di nava gel de cihekî taybet digire û dewlemendiya herêmê nîşan dide.   Yek ji wan huneran hostatiya daran e ku xwezayiya kurdan nîşan dide. Hostayê daran Fûrkan Demîrtaş (32) ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê atolyeyek vekiriye, ev 18 sal in hostatiya daran dike. Demîrtaş, berhemên weke tasên ji bo şekirê, guldank, berhemên ji bo xemilanda derdor hwd. çêdike û di atolyeya xwe de difiroşe. Hostatiya daran hêj di zaroktiyê de bala Demîrtaş dikişîne û bi xwestekeke mezin  berheman diafirîne. Demîrtaş, behsa wan rojan kir û diyar kir ku ji ber vê yekê zarokatiya wî gelekî bikeyf derbas bûye.   Hostayê daran Fûrkan Demîrtaş    MEREQA DEMÎRTAŞ YA JI BO HUNERA DESTAN   Demîrtaş, behsa çîroka xwe ya hostatiya daran kir û destnîşan kir ku di sala 2007’an de hostayek çûye mala wan û berdestkê hosta tine bûye. Demîrtaş, bi lêv kir ku wî jî berdestiya hosta kiriye û hosta ji bavê wî re gotiye “kurê te gelekî jêhatî ye”. Demîrtaş, da zanîn ku bavê wî jî piştî vê yekê ew şandiye ba hosta û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bavê min ji hosta re got, ‘bibe ba xwe li senayiyê, bila fêrî kar bibe’. Wî çaxî ez hem diçûm lîseyê hem jî diçûm senayiyê û min wisa dest bi vî karî kir. Ez 5 salan di sanayiyê de xebitîm û pişt re di sala 2019’an de min li mala xwe atolyeyek biçûk vekir. Dû re min ev atolye mezinkir û derbasî cihekî berfirehtir bûm. Herî dawî jî min di sala 2021’an de Atolyeya Daran a Lotûsê weke firoşxaneyekê vekir. Ji bilî vê merengozxaneya min jî heye ku ez li wir berhemên xwe çêdikim û li firoşxaneyê jî didim pêşandan û difiroşim. Her wiha ji ber ku kûlîlka lotûsê di çiravan de di nava heriyê de şîn dibe û dişibe me, min ev nav li firoşxaneya xwe kir.”     PÊVAJOYA QURMIKÊ DARAN   Demîrtaş, derheqê çêkirina darên berhemên xwe pê çêdike de agahî da û destnîşan kir ku ew darên weke berû, gurgen û gûz bi kar tîne. Demîrtaş, got ku ew ji bo berhemên xwe qurmikên van daran dikire û behsa nexşandina qurmikê jî kir. Demîrtaş, anî ziman ku ew van qurmikan dipîve, teşe didê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava karê teşedanê yê qurmikê diqede pêvajoya firinkirinê dest pê dike û qurmika teşedayî diçe firina hilmê.  Qasî hefteyekê ev qurmik di firina hilmê de dimîne û ava bijehr ya darê tev di vê pêvajoyê de ji qurmikê derdikeve. Piştî ji firinê derdikeve qurmik hefteyekê bêhna xwe dide û dû re careke din tê pîvan. Ev qurmika ku careke din hat pîvan salek, du sal tê sekinandin da ku berhema jê tê çêkirin derz an jî xwar nebe. Piştî vê yekê ev qurmikên hatine sekinandin dibim xiratxaneya xwe û dikim berhem.”   ‘DAR BERHEMEKE XWEZAYÎ YE Û NABE KU KÎMYASAL BÊ LÊDAN’   Di berdewamiyê de Demîrtaş, bal kişand ser çêkirina berhemekê û bi lêv kir ku ewilî li ser qurmikê taslaka berhemê tê xêzkirin. Demîrtaş, destnîşan kir ku pişt re ew qurmikê dixe ber tornayê û teşeya berhemê didê. Demîrtaş, diyar kir ku piştî teşedanê ew berhema derdikeve holê cîla dike û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ez du qat cîlayê li berhemekê didim û ev cîla jî, ji bo temasa mirovan pêkan e û ne kîmyasal e. Ji bo tendirûstiya mirovan ti xetereya wê nîne. Ji xwe dar bi xwe berhemeke xwezayî ye û nabe ku tiştekî kîmyasal bê lêdan.”     ‘TIŞTÊ GIRÎNG XEBATA DEST E’   Demîrtaş, bal kişand ser maliyeta karê xwe û da zanîn ku ji bo atolyeyek bê avakirin 500-600 hezar lîre hewce ye. Demîrtaş, anî ziman ku di dar û qurmikên ku tên kirîn de maliyeteke mezin nîne û wiha li gotina xwe zêde kir: “Di vî karî de ya girîng xebata dest e. Divê ez berhemeke xwe herî kêm hezar û 500 lîre an jî 2 hezaran bifiroşim ji ber ku kedeke min ya rojekê heye. Lê mixabin niha ez berhemekê herî zêde 800 lîreyan difiroşim, lewma niha dahatiya min gelekî kêm e. Ji ber ku eleqeyeke mezin nîne, em jî nikarin bihayeke zêde bibêjin.”   ‘KARÊ MIN NE HUNER LÊ BELÊ SIN’ET E’    Demîrtaş, karê xwe weke sinet pênase kir û anî ziman ku karê wî ne huner lê belê sinet e. Demîrtaş, sedema vê yekê jî wiha vegot: “Huner û hunermend heke xurt be teşe dide civakê û rê nîşanê wan dide. Lê berhemeke em çêdikin dê çiqas rê nîşanî civakekê bide an jî dê ji bo pêşveçûna wê civakê çawa xizmet bike? Berhemên me tenê xîtabê zewqên gel dike, lewma ez karê xwe weke sinet pênase dikim. Karê me bi daran pêk tê û dar hewayeke germ dide derdorê xwe. Lewma mirov jî berhemên bi daran tercîh dike. Her wiha ev berhem sed sal şûnde jî dê forma xwe biparêze û xerab nabe.”   BERHEMÊN XWE DIFIROŞE DERWEYÎ WELAT   Demîrtaş, xwest ku ev kar bigihije gelek kesan û diyar kir ku gava ew dibîne berhemeke wî li cihekî tê bikaranîn, gelek keyfxweş dibe. Demîrtaş, da zanîn ku ew berhemên xwe bi rêya medyaya dîjîtal difiroşe derveyî welat jî û ev tişt got: “Ez berhemên xwe difiroşim Tirkiyeyê jî, lê ji derveyî welat zêdetir sîparîş tên. Min berhemeke xwe di van rojan de şand Romayê. Çûyîna vê berhemê ya wir û bi çandên wir re jî têkiliya wê min gelekî keyfxweş dike. Ez nikarim vê yekê bi madiyatê vebêjim. Herî zêde jî daxwaz ji Amerîkayê tê, dû re Almanya û piştre jî Îngîltereyê daxwaza berhemên min pir in.”   ‘DIVÊ XWEDÎ LI VÎ KARÎ BÊ DERKETIN’    Demîrtaş, anî ziman ku ew piranî motifên çandî yên Anatolyayê di berhemên xwe de bi kar tîne û diyar kir ku carna ew motîfên Îskandînavyayê û Ewropayê jî dinexşîne. Demîrtaş, bi bîr xist ku ev kare karekî xwezayî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê xwedî li vî karî bê derketin û pirtir bê belavkirin. Ez gelek girêdayî welatê xwe û gelê xwe me, lewma ez naxwazim biçim dereke din vî karî bikim. Bila gelê me jî bi heman awayî nêzikî me û karê me bibe.”   MA / Bazîd Evren