Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin 2024-10-25 09:27:40   WAN - Parêzerê Serhat Temîzerê ku roja biryara berdana wî hat dayin jiyana xwe ji dest da Metîn Adiyaman, diyar kir ku pêvajoyeke ku muwekîlê wî ber bi mirinê ve biriye hatiye şixulandin û got ku berpirsê vê jî dozger û îdareya girtîgehê ye ku tevî biryara berdana wî jî ew bernedane.    Serhat Temîzer ku di 6’ê Mijdara 2017’an de hatibû binçavkirin, piştî rojeke binçavkirinê hatibû girtin. Temîzerê ku di 7'ê Mijdara 2019'an de hatibû berdan, di 6'ê Adara 2021'ê de careke din hatibû girtin. Danişîna biryarê ya der barê Temîzer ê ku bi îdîaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hat girtin, di 18'ê Cotmehê de hat lidarxistin. Nexweşê epîlepsiyê Temîzer ê 22 salî, ji bo danişînê ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Dûmlû ya Erziromê anîn Colemêrgê. Di danişîna ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Colemêrgê hat lidarxistin de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha ji ber demeke dirêj a girtinê biryara berdana Temîzer jî hat dayîn. Temîzer di 19'ê Cotmehê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Wanê ku piştî biryara tehliyeyê hatibû girtin, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Temîzer ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Di otopsiya ewil de ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat kirin de sedema mirinê nehat tespîtkirin.   Parêzerê Temîzer Metîn Adiyaman pêvajoya mirina Temîzer nirxand. Adiyaman got ku dema ku dadgehê biryara berdana girtiyekî bide girtî li ku dibe bila bibe divê bê berdan. Adiyaman diyar kir ku nehiqûqî ye ku girtî piştî biryara berdanê careke din bibin girtîgehê û ji wir bê berdan.        Parêzerê Temîzer Metîn Adiyaman   'DI HUCREYA YEKKESÎ DE HAT GIRTIN'   Adiyaman anî ziman ku Temîzer di 15 saliya xwe de hatiye girtin û rastî gelek îşkenceyan hatiye û got ku dema rastî îşkenceyê hatiye, gelek krîzên epîlepsiyê derbas kiriye. Adiyaman anî ziman ku gelek caran ji bo rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" serlêdan kirine û got ku di sala 2018'an de ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve rapora nexweşiya epîlepsiyê hatiye dayîn. Adiyaman got: "Ev rapor di dosyeyên dadgehê de cih digire. Di raporê de tê gotin ku Serhat di girtîgehê de bimîne jî divê di bin kontrolê de bê girtin. Ji ber ku ne diyar e wê kengî krîz çêbibe. Gava bi tena serê xwe be û krîz çêbibe, derfeta xwe bigihîne îdareyê yan jî kesekî din tune ye. Lewma girtina wî ya di hucreyeke yekkesî de bûye sedema mirina wî."    Adiyaman destnîşan kir ku girtiyên nexweş di rewşeke ku wijdanê civakê diêşîne de ne û got ku divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Adiyaman diyar kir ku ji bo dermankirina li girtîgehan divê rêgezên qanûnî bên çêkirin û got: "Ev mijar di serî de di destê desthilat, Wezîrê Dadê û saziya darazê de ye. Lê belê tu gav nayên avêtin. Tevî ku ev rewş tê zanîn jî û her roj di rojevê de ye û girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin jî, ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Ji mijarên girîng ên di 'Pêvajoya Çareseriyê' de rewşa girtiyên nexweş bû. Lê baş nebû rojev. Desthilatê jî hin sererastkirinên qanûnî kir. LÊ ji wê rojê heya niha girtiyên nexweş di rojevê de ne û mijareke ku civakê diêşîne."    MA / Mehmet Guleş