Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin 2024-10-25 09:31:14   WAN - Li Wanê welatiyan ji bo çareseriya meseleya kurd îşaret bi Îmraliyê kirin û got: "Ne gotin, em pratîkê dixwazin."    Nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd di rojevê de ne. Partî li pey hev daxuyaniyan didin. Piştî 43 mehan ji Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî xeber hat. Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Abdullah Ocalan got: "Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim."   ‘NE GOTIN PRATÎK LAZIM E'   Ji welatiyên ku me li Wanê bi re xeber da Mehmet Salîh Sevdalî diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Sevdalî ku got "Li şûna ewarekirinê divê gavên berbiçav bên avêtin" anî ziman ku di xala çareseriyê de baweriya wî bi siyasetmedaran nayê. Sevdalî got: "Em êdî ne gotinan, pratîkê dixwazin. Ji bo ku her kes wekhev bijî divê gav bên avêtin. Divê em bi xwe pirsgirêkê çareser bikin. Çareseriya pirsgirêkê ancax bi muxataban re pêkan e. Tekane daxwaza me ev mesele rojek berî rojekê bê çareserkirin."   Ahmet Bakir diyar kir ku ew gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî erênî dibînin û wiha got: "Hemû axaftin di cî de bûn. Pêwîst e demildest ji bo van axaftinan gavên çareseriyê bên avêtin û Abdullah Ocalan azad bibe. Di vî 40 salî de tu êş nema me nekişand. Divê ev kar bê qeza û bela çareser bibe. Divê gaveke wiha bê avêtin ku li holê pirsgirêkeke jî nemîne."    ÎŞARET BI ÎMRALIYÊ KIR   Cevat Kava jî diyar kir ku bi salan e kurd bi gotinan tên ewarekirin û got: "Ji ber pêkanînên desthilatê bi navê abweriyê tiştek nemaye. Di sala 2028'an de hilbijartin heye, Serokkomar Erdogan nikare bibe namzetê AKP'ê. Lê hewl dide kurdan bixapîne û guhertina makezagonê pêk bîne da ku Erdogan cardin bibe namzed. Em hêvîdar in vê carê gelê kurd nexapînin û negihên armancên xwe. Desthilat dema ku ditengije serî li nîqaşên çareserî û aştiyê dide. Daxuyaniyên Bahçelî baş û di cih de ne, lê berê jî digot 'Benikê we tune be, bikirin û Ocalan daliqînin.' Duh digot îdam, îro dibêje bila serbest bê berdan. Em ê çawa baweriyê pê bînin. Hemû çareseriyên li Tirkiye û Kurdistanê di Îmraliyê re derbas dibin. Rêber Ocalan çi bêje ew e ."    Hidir Biçakçi jî desnîşan kir ku rêberê vê têkoşîna 40 salî Ocalan e û got: "Wî em şiyar kirin. Daxuyaniyên hatine dayin ne qanehker in. Armanc sektey li têkoşîna gelê kurd û destkeftiyên wan bixin."    Hamît Yilmaz diyar kir ku divê aştî çêbibe û got: "Bila Ocalan bê meclisê, daxwazên xwe bîne ziman." Mûsa Oral jî got ku divê kurd mafên xwe bi dest bixin.