Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike 2024-10-25 09:33:41   STENBOL - Ji endamên Şandeya Aqilmendan rojnameger Alî Bayramoglû diyar kir ku nîqaşên niha ji yên di navbera 2013-2015’an de pir cudatir in û ev tişt anî ziman: “Heke Ocalan bikare bi derve re pêwendiyan deyne, dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, piştî 43 mehan bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, têkildarî gotinên îktîdarê yên “pêvajoya nû” wiha got: “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim.”    Di serdemeke nîqaşên “Pêvajoya nû” tên domandin de yek ji endamên Şandeya Aqilmendan akademîsyen û rojnameger Alî Bayramoglû têkildarî geşedanên dawî axivî.    DAXUYANIYÊN BAHÇELÎ   Bayramoglû, diyar kir ku daxuyaniyên Bahçelî ji hêla eniya neteweperest ve gavekî girîng e û wiha got: “Ji hêla naverokê ve pir girîng e. Ya yekemîn; ji hêviyeke Bahçelî zêdetir, hewldaneke dewleta tirk e ku Tifaqa Cumhur jî di nav de ye. Ya duyemîn; çiqas pêkan e ku Ocalan were Meclisê û biaxive lê ji hêla sembolîk ve gotineke xurt bû. Bangawazî ji hêla kesekî mîna Bahçelî ve hate kirin lewma ji hêla polîtîk û demokratîk ve biqîmet e. Ya sêyemîn jî hewldanek heye û gav bi gav ber bi pêvajoya çareseriyê ya duyemîn ve diçe. Dema mirov van geşedanan dide berhev, dikare bibêje ku stratejiyeke dewletê ye.”    BANDORA GUHERÎNA HEVSENGIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN    Bayramoglû, anî ziman ku nîqaşên heyî eleqeya xwe bi guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn re heye. Bayramoglû, ev nirxandin kir: “Di vê çarçoveyê de glek tevgerên navendî hene. Hêzên weke DYA, Îsraîl, Hamas, Hîzbullah, Îran û hwd. li qadê ne. Piştî guherîna hevsengiya Îran-Îsraîlê valahiyek çêbû. Dibe ku dewlet ketibe nava fikara ku PKK bi têkiliyên cuda re tevbigere. Bi hevdîtinên nû re dixwaze rêxistin çekan berde û herêmê bi awayekî cuda li gorî ewlehiya xwe kontrol bike. Îxtîmala din jî dibe ku alîkariya DYA’yê be. Dibe ku beramberî çekberdana rêxistin, li Rojava statûya kurdan were qebûlkirin, were ragihandin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd qediyaye. Tirkiye ji 2011’an ve pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke ewlehiya derve dibîne û li dijî vê hemle kiriye.”    ‘DIBE KU DERBASÎ QONAXEKE PIR CUDA BIBE’   Bi domdarî Bayramoglû anî ziman ku heke pêvajo rast bê domandin dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke cuda bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ev mijar hatin vekirin, êdî bi yek alî nabin. Heke di çarçoveya mafê hêviyê de derfetekî ji Ocalan re biafirînin, dibe ku ev tehliye yan jî hefsa malê be. Pêwendîdanîna Ocalan a bi cîhana derve re, heke bikare qada xwe ya siyasetê birêve bibe, ger muzakere û hevdîtin çênebin jî dê pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke pir cuda bibe. Lewma jî ez vê mekanîzmayê bi vî awayî dibînim. Hinek kes qala berjewendiyên navxweyî dikin. Yanî dibe ku bi piştgiriya siyasetmedarên kurd di destûra bingehîn de guherîn bê kirin û rê li ber Erdogan were vekirin ku careke din were hilbijartin. Heke bi vî awayî bidome, heke Ocalan were berdan û piştre jî çek bên berdan û ev kar bi siyasetê bidome, li gorî min siyasetmedarên kurd dê qet tiştekî nebêjin.”    DERFETA DERBASBÛNA SIYASETÊ    Rojnameger Bayramoglû got ku pêvajoya niha ji ya 2013-2015’an cuda ye û wiha derbirî: “Pêvajoya din hemleyeke îktîdara siyasî bû. Lê niha em dikarin bibêjin stratejiyeke dewletê heye. Anku dikare weke qonaxa bêdengkirina çekan û derbasbûna qonaxa siyasî binirxîne. Heke nîqaş şênber bibin û piştgiriyê bidin DEM Partî û Ocalan, dê Ocalan banga berdana çekan bike. Heke ev yek çêbibe jî dê rêya ku pirsgirêka kurd bi rêbazen siyasî were çareserkirin vebe. Li pêşiya me pêvajoyeke mîna ya pêvajoya çareseriyê jî disekine.”    CHP DI KÎJAN ALIYÊ NÎQAŞAN DE CIH DIGIRE?    Bayramoglû, got ku helwesta CHP’ê di van geşedanên heyî de erênî ye û ev tişt anî ziman: “Bi avêtina gavan re divê helwesta xwe şênbertir bike. Di pêvajoya çareseriyê ya ewil de xwedî helwestekî cuda bûn. Ne tev li dibûn ne jî xwe li derve dihiştin. Lê niha dixwazin li derveyî vê hemleyê nesekinin, piştgiriyê didin û dixwazin weke parçeyeke wê bên pênasekirin. Ev yek, gavekî erênî ye. Ji bilî metna di sala 2015’an de ku dixwestin li Meclisê were çareserkirin, CHP’ê heta niha di pirsgirêka kurd de tu tiştek nekiriye. Heke CHP gavên şênber biavêje, dê pêşiya wê vebe. Dê bikare tiştên heta niha nekarî bibêje êdî bibêje. Her çende helwesta CHP’ê kêm jî be, ez erênî dibînim.”    MA / Îbrahîm Irmak