Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin 2024-10-25 10:15:15 NAVENDA NÛÇEYAN- Li Stenbol, Enqere û Şirnexê bi ser gelek malan de hate girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin.     Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de derheqê 44 kesan de bi îdiayên “Fînansmaniya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” biryara binçavkirinê hate dayin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsên dewleta tirk li stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de herî kêm 35 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatiyên binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Fatîhê tên ragirtin. Derheê binçavkiriyan de ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.    LI ENQEREYÊ DERHEQÊ 33 KESAN DE BIRYARA BINÇAVKIRINÊ HATE DAYIN    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” derheqê 33 kesan de biryara binçavkirinê da. Nehat zanîn bê ka di çarçoveya lêpirsînê de çend kes hatine binçavkirin.    Di saetên serê sibehê de li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî polîsan bi ser mala Orhan Varol de girtin û binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Varol, birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê.