Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin 2024-10-25 10:26:00   STENBOL - Rojnamevan Mehmet Altan diyar kir ku ji ber geşedanên hundir û derve Tirkiye di rewşeke parçebûnê de ye û bi gotina “Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên herî bingehîn e ku divê were çareserkirin. Konjektura navneteweyî guherî; ‘Heke hûn çareser nekin, yekî din wê bi rengekî cuda çareser bike’” hişyar kir.    Hawîra şer û pevçûnê ya li Rojhilata Navîn siyaseta Tirkiyeyê jî xiste nava liv û tevgerê. Daxuyaniyên ku di pêvajoya dawî de têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyê desthilat û muxalefetê ve hatin kirin nîqaşên “pêvajoya nû” jî bi xwe re anî. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û mafê wî yê hêviyê were bikaranîn bila ew bê Meclisê bêje “rêxistinê fesix dike” û got: “bila navnîşan ji Îmraliyê bigihe DEM’ê.” Nîqaşên piştî daxuyaniyên Bahçelî dest pê kirin zêde bûn. Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin piştî 43 mehan pêr (23’yê cotmehê) bi parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.    Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan têkildarî geşedanên dawî yên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de derketin holê nirxandin kirin.    ‘MA PÊKAN E KU DEST JI HELWESTA XWE BERDIN?’   Altan, bi lêv kir ku her çend geşedanên dawî yên çareseriya pirsgirêka kurd erênî bin jî divê bi baldarî nêzî pêvajoyê bibin û wiha got: “Di nava dewleteke hiqûqê ya bi rastî jî demokratîk de, mijarên ku divê bi rêya maf û azadiyên bingehîn gelekî bi hêsanî werin çareserkirin, êş û fatûreyên mezin derdixînin holê. Bi hêviyê dest pê dikin û bi bêhêvîbûnê bi dawî dibin. Ji ber ku şûna rêgez û pîvanan bi cih bînin, wan ji derveyî sînorên zîhniyeta ku di dewletê de serdest e nagirin. Niha ez di vê mijara çareseriyê de helwesteke weke ‘Bila ez neguherim, ez ê di dawiyê de xwe biçirpînim lê werin em li hev bikin’ dibinim. Gelo pêkan e dest ji vê helwesta xwe berdin? Dema ez li pêkanînên wan ên heta îro dinerim zehmet e lê zexta cihana derve heye.”   Altan anî ziman ku tabloya siyasî ya der barê çareseriya pirsgirêka kurd de derdikeve holê yekser bi pêşketinên li herêmê re eleqedar e û wiha domand: “Ji bo Tirkiyeyê tiştên gelekî teng in. Di polîtîkaya derve de tu tişt baş nameşe. Aborî jî hilweşiya ye. An ku Tirkiye di serdemeke ji hev belavbûnê re derbas dibe. Weke Osmaniyê di nava neçaretiyê de ye. Lê naxwaze biguhere jî. An ku ne bi aqilan bi krîzan tê guherîn. Ev bi feraseta ‘Tişta hewce em nekin lê weke ku em dikin nîşan bidin’ nabe. Em hemû dixwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Pirsgirêka kurd jî yek ji pirsgirêka herî bingehîn a van pirsgirêkan e. Lê ji bo ku were çareserkirin divê feraseta dewletê were guherîn. Konjoktora navnetewî hate guherîn. An ku ‘tu çareser nekî’ dê hin kesên din bi awayekî din çareser bikin. Heke tu vî karî çareser nekî dê ji herêmî bûnê were asta gerdûniyê. Mînak li Sûriyeyê Rûsya û Amerîka di pêvajoya destûra bingehîn de li hev bikin û li wir Federasyona Rojava bikeve meriyetê Tirkiye bi vê helwesta xwe nikare di nava vê pêvajoyê de cih bigire. An ku nikare bibe parçeyekî vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê tengbûnek heye.”   ‘BILA NEYÊN GUHERTIN LÊ…’    Altan, anî ziman ku  li pêşberî çareseriya gengaz a pirsgirêka kurd divê ji tecrûbeyên dema borî ders werin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Giraniya pirsgirêka kurd gelekî girîng e, lê belê divê baş were zanîn ku dema hemû gilî û gazin neyên çareserkirin, pirsgirêk çareser nabe. An ku wateya gotina ‘bila neyên guhertin lê vî karî çareser bikin’ nîne. Ji ber ku dema neyên guherîn me rêya çareseriyê dît. Guherîn çi ye? Xiyaneta li hiqûqa gerdûnî ye. Di komareke sed sal in pirsgirêk çareser nekirine, demokratîk nebûye de ev pêvajo girîng e. Hêvî dikim ku ber bi pêvajoyeke erênî ve biçe”   ‘BI KESÊN ŞER DIKIN RE LI HEV DIKIN’    Altan, bal kişand ku ji bilî daxuyaniyên hatin kirin desthilat li dijî çareseriyê helwesteke yek alî nîşan dide û bi lêv kir ku ji bo çareseriyeke rast divê desthilat dest ji helwesta xwe ya heyî berde. Altan, wiha berdewam kir: “An ku dibêjin ‘ez ê tiştekê bikim lê bêyî ku muxatabê xwe guhdar bikim bi wî re biaxivim ez ê bi xwe bikim’ Bi kesên ku şer dikin re li hev dikin, ez nikarim xwe bi xwe li hev bikim. Şertê vî karî dewleta hiqûqê û demokrasiye. Standartên Yekitiya Ewropayê ye. Kesên ku dengê kurdan nikare bistîne nikare bibe desthilat. Em bi desthilateke ku biryarên AYM’ê guhdar nake re rû bi rû ne. Demîrtaş û Kavala li hundir in û di vê mijarê de biryarên AYM’ê û DMME hene. Em ê çi çawa biaxivin? Dîsa li hemû girtîgehan qanûneke înfazê heye. Li girtîgehan gelek girtiyen nexweş hene. Dîsa helbestkarekî ku 30 sal in di girtîgehê de ye heye. Dibêjin ne di rewşeke baş de ye û eziyetê lê dikin. Mesele heta ku ev kes neyê berdan dê pirsgirêka kurd çareser bibe?”   ‘EM BI HÊVÎ NE’    Altan, bi lêv kir ku çareseriya rasteqîn a hemû pirsgirêkên li welêt, pirsgirêka kurd jî di nav de, bi guhertina avadaniya desthilata heyî dikare pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji pirsgirêka bingehîn a di pirsgirêka kurd de jî ne zimanê dayikê ye? Ev şertê bingeh û azadiya mafan e. Maf û azadiyên bingehîn çi ne? Mafên weke mafê jiyanê, fikrê, axaftinê, zimanê dayikê hene. Em bi hêvî ne, guherînek heye lê divê bê destnîşan kirin ku heta hiqûq û demokrasiyeke rast neyê avakirin ev kar nayên çareserkirin.”   MA / Îbrahîm Irmak