Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin 2024-10-25 10:39:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ragihand ku li 31 bajaran 176 kes hatine binçavkirin.    Wezareta Karên Hundir têkildarî serdegirtinên malan ên li gelek bajaran daxuyanî da. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku li 31 bajaran bi giştî 176 kes bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “fînansoriya rêxistinê” hatine binçavkirin.