Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê 2024-10-25 11:18:36 ENQERE - Di êrişa li dijî Navenda Giştî ya DEM Partiyê de dîmenên kêliyên ku êrişkar derî dişikîne û dikeve hundir derketin holê.    Şevê din saet di 01.02’yê de li dijî Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êriş hate kirin. Dîmenên kêliya êrişa derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar tê pêşiya avahiya partiyê, bi kevirên di destê xwe de çendek caran li pacên avahî dixe û piştre jî bi pêhnan pac û deriyê avahî dişikîne. Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar piştî dikeve hundir deriyê duyemîn jî dişikîne. Di dîmenan de xuya dike ku polîsên piştre mudaxileyî bûyerê dikin êrişkarî ji avahî derdixînin û binçav dikin.    Hat zanîn ku karûbarên êrişkarê binçavkirî yên li emniyetê didomin.