NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da 2024-10-25 11:36:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel têkildarî çalakiya li dijî TUSAŞ’ê daxuyanî da. NPG’ê, got: “Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û tu eleqeya xwe bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne.”    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a têkildarî çalakiya li dijî TUSAŞ’ê weşand. NPG’ê, wiha got: “Çalakiya fedaî ya ku 23'yê cotmehê saet di 15:30'î de li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ'ê hate kirin, ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de NPG’ê ev tişt anî ziman: “Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û bi rengekî serketî bi cih hate anîn, tu eleqeya xwe bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Tabûra Nemiran weke prensîb tim û tim çalakiyan nake. Lê belê dem bi dem li hemberî hedefên stratejîk û girîng, dûrî ji rojeva rojane li hemberî kiryarên qirker, komkujî û kiryarên tecrîdê yên dewleta tirk çalakiyên fedaî yên ji bo hişyarkirinê û bi peyam pêk tîne. Çalakiya ku hate kirin jî di vê çarçoveyê de li dijî kiryarên li Kurdistanê hate kirin.”   Di berdewamê de NPG’ê got ku di çalakiyê de Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) jiyana xwe ji dest dane.