Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin 2024-10-25 12:15:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser oteleke li başûrê paytexta Lubnanê Beyrûdê de 3 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.   Êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam dikin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA’yê balafirên şer ên Îsraîlê li dijî oteleke li bajarokê Hasbiya ya başûrê Beyrûtê ku rojnamevan lê diman êrişeke hewayî pêk anî. Di êrişê de 3 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.