Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin 2024-10-25 12:26:46   STENBOL - Polîsên ku ketin danişîna doza DÎAY-DER’ê ya dihate lidarxistin, parêzerê OHD’î Bedîrhan Sarsilmaz binçavkirin.    Bi hinceta xutbe û weazên bi kurdî dane serok, rêveber û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) jî di nav de derheqê 22 kesan de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 18’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin.   Polîsên ku di dema danişîna berdewam dikir de ketin hundir diyar kirin ku derbarê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedîrhan Sarsilmaz de ji ber lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin biryara binçavkirinê heye. Parêzer Sarsilmaz piştî ku parastina muwekîlê xwe kir, hate binçavkirin.    Sarsilmaz ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê. Hate zanîn ku têkildarî Sarsilmaz hevdîtina parêzeran 24 saetan hatiye sînorkirin.