Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin 2024-10-25 12:35:30   AMED - Jinan serdana gora Evîn Demîrtaş a di 22’yê cotmehê de ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ve hate qetilkirin kirin.    Evîn Demîrtaş di 22’yê cotmehê de li Taxa Hûzûrevlerî ya girêdayî navçeya Peyas a Amedê ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ku Demîrtaşê dest jê berdabû ve bi çekê hate qetilkirin. Jinan serdana gora Demîrtaş a li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê kirin. Rêxistinên jinan pişt re serdana şîna Demîrtaş a li Mala Şînê ya Şakratê hatiye danîn kirin.