Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da 2024-10-25 12:57:32   ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Kûmrî Oner a li navçeya Hezexê dijiya jiyana xwe ji dest da.    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kûmrî Oner a li navçeya Hezex a Şirnexê dijiyan di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onerê li Goristana Şêx Hesen a li navçeyê hate veşartin.    Dayika Aştiyê Oner, temenê xwe bi têkoşîna aştiyê re derbas kir. Dayika Oner ji bilî partiyên siyasî di nav gelek rêxistinên sivîl ên civakî û komeleyan de cih girt.