Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’ 2024-10-25 13:14:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytextê Belçîkayê Brukselê kongreya “Rêya Sûriyeyê ya Demokratîk” dest pê kir.    Nûnerên tevger û partiyên siyasî, rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên tevgerên sûriyeyî yên derveyî welat, di kongreya “Rêya Sûriyeya Demokratîk” a li paytextê Belçîkayê Brukselê de hatin bahev. Kongre dê du rojan berdewam bike. Di kongreyê de dê pirsgirêkên li Sûriyeyê tên jiyîn û xebatên netewî bên nîqaşkirin. Her wiha ji bo avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî dê pêşniyar û daxwaz bên wergirtin.