Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê 2024-10-25 13:43:14   MÊRDÎN - Leşkeran Metîn Gunay ê li navçeya Stewrê di serdegirtina malê de hate binçavkirin, birin herêma operasyonê.    Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser mala Mehmet Huseyîn Gunay a li gundê Barman a navçeya Stewrê ya Mêrdînê de girtin. Leşkerên ku bi awayekî fiîlî ketin û derketina gund qedexe kirin, di dema serdegirtina malê de lawê Gunay, Metîn Gunay binçav kirin.    Gunay ê hate binçavkirin, leşkeran ew birin herêma operasyonê. Têkildarî aqûbeta Gunay tu agahî nehatin bidestxistin û hate ragihandin ku dorpêça li gund berdewam dike.     Li gundên Barman û Elfan di 25’ê cotmehê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Leşkeran di serdegirtinên malan de 4 kes binçavkiribûn. Qedexeya derketina derve di heman rojê de hatibû bidawîkirin.