Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2024-10-25 13:45:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan navend hedef hatin girtin. Li gorî daneyên SOHR’ê, di êrişan de 27 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne.    Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter piştî çalakiya li dijî navenda TUSAŞ’ê ya li navçeya Kahramankazan a Enqereyê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di êrişên bi SÎHA, topan û balafirên şer de firin, nexweşxane, binesazî û jîngeh hedef hatin girtin. Di êrişan de navendên Til Rifet, Grê Spî, Dêrik, Qamişlo, Kobanê, derdora Çiyayê Qereçoxê, Amûdê, Rimêlan, Efrîn-Şehba, Minbic, Tirbespiyê, Siwêdiyê, Eyn Îsa û Til Temirê û gundên wan hedef hatin girtin. Di êrişan de zarok jî di nav de herî kêm 27 kes hatin qetilkirin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn.    Li gorî daneyên ji nûçeyên ANHA’yê hatine berhevkirin, bîlançoya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:    23’YÊ COTMEHÊ   * Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter bi çekên giran êrişî Kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di êrişê de yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn.    * Gundê Qizelî yê li rojavayê Girê Spî bi topên obûsê hate topbarankirin.    * Di encama bombebarana navenda Kobanê ya bi SÎHA’yan, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.    * Gundên Seyade, Ewn Dadat, Toxar û Derecê yên Minbicê bi çekên giran hatin bombebarankirin.    24’Ê COTMEHÊ   * Gundê Um El Lêf ê Til Temir a Kantona Cizîrê bi obûsan hate bombebarankirin.    * Gundên Burc Qas, Kilotê, Meyasê, Zirneîtê, Soxanekê, Qinêterê, Aqîbê, Bênê, Tinibê, Merenazê, Malkiyê, Elqemiyê, Şewarqa, Til Rifet û derdora wê, Eyn Deqnê, Miniq, Şêxa Îsa, Hirbil, Samûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Nêrebiyê, Radarê, Şealê û Xirbet Şealê yên Kantona Efrîn-Şehbayên hatin bombebarankirin.    * SÎHA’yan, Xaçerêya Efrînê ya li navenda Qamişloyê bombebaran kirin.    * SÎHA’yan Navenda tenduristiyê ya Xelîcê ya Qamişloyê bombebaran kirin.    * 2 navendên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê hatin bombebarankirin. Di êrişa ewil de navenda Asayîşê ya li Taxa Enteriyê û di duyemîn de jî navenda asayîşê ya li Taxa Hilkoyê hedef hate girtin.    * Bajarê Kobanê cara 3’yemîn bi SÎHA’yan hate bombebarankirin.    * Stasyoneke ceyranê û derdora wê ya li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê hate bombebarankirin.    * Derdora Çiyayê Qereçoxê yê li Dêrikê hedef hate girtin. Gundê Mêrka Mîra cara duyemîn hate bombebarankirin. Di êrişê de zirar gihişt malên şêniyên gund.    * Li dijî navenda Kobanê 4 caran êriş hate kirin û stasyona ceyranê hedef hate girtin. Ceyrana bajar qut bû.    * Depoya genim a li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê û derdora rêbeja Hîzamê bi SÎHA’yan hate bombebarankirin. Liv û tevgera SÎHA’yan a li Qamişloyê didome.    * Balafirên şer Stasyona Petrolê ya Seîde ya li Tirpespiyeyê bombebaran kirin. Stasyona behsa xeberê di dawiya 2023’yan û di destpêka sala 2024’an de jî ji hêla dewleta tirk ve hedef hatibû girtin.    * SÎHA’yan piştî Çiyayê Qereçoxê û gundê Merkê Mîra, îcar jî gundên Tepkê û Girê Wira bombebaran kirin.   * SÎHA û balafirên şer stasyonên petrol, gaz û ceyranê yên Kantona Cizîrê bombebaran kirin. Navên stasyonên hatine bombebarankirin ev in; ‘Siwêdiyê, Tufle, Seîdiyê û Ûdê.’   * Febrîqeya gazê ya Stasyona Siwêdiyê hate bombebarankirin.    * Stasyona trenê ya li Taxa Siryanê ya Qamişloyê hate bombebarankirin. Di êrişê de xesarên madî çêbûn.    * SÎHA’yan careke din navenda Kobanê hedef girtin.    * Di encama bombarana li dijî Stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin. Her wiha zirareke mezin gihişt binesaziya stasyonê. Vê stasyonê xizmet dida saziyên xizmetê yên Kantona Cizîrê.    *  Li Amûdê firina nan hate bombebarankirin.    * Stasyona ceyranê ya li Amûdê ku xizmet dida Kantona Cizîrê hate bombebarankirin. Di bombebaranê de xesarên madî çêbûn.    * Kobanê û derdora wê careke din hatin bombebarankirin. Di êrişê de noqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, firin, stasyonên ceyranê û saziyên xizmetê hedef hatin girtin.    * Navenda Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê (KPÇ) ya li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê şevê din hate bombebarankirin. Di êrişê de 100 tonên ard şewitîn.    * SÎHA’yan bajarokê Rimêlanê bombebaran kirin. Bi awayeke hemwext jî Çiyayê Qereçoxê û gundê Eyn Tawîlê hatin bombebarankirin.    * Di êrişa li dijî Kobanê de endamê Asayîşê Hanuş Beke hate qetilkirin û ji hêzên ewlekariyê 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.    * Di encama êrişên li dijî Til Rifetê de yek jê zarok 4 kes hatin qetilkirin.    * Navenda Asayîşê ya li gundê Elî Fero ya Qamişloyê hate bombebarankirin.    * Santrala ceyranê ya li Kobanê careke din hate bombebarankirin. Gundê Şiyûxa yê li rojavayê Kobanê hedef hate girtin.    * Gundê Hasda yê Amûdê hate bombebarankirin.    * Çoltarê Girê Spî û rêbeja M4’ê hate bombebarankirin.   * Di encama êrişa li dijî Kobanê de zaroka 3 salî ya bi navê Nadiya Mistefa birîndar bû. Di êrişê de xisareke mezin gihişt gelek saziyên xizmetê.    * Gundên Şeala, Dêr Qaq, Semoqa û Til Medîqê yên Kantona Efrîn-Şehbayê û Bendava Şehbayê hatin bombebarankirin. Hat zanîn ku heta niha herî kêm 150 topên obûsan li van gundan ketine.    * Stasyona petrolê ya li Tirbespiyê hate bombebarankirin.    * Stasyona petrolê ya li gundê Kêl Hesnakê hate bombebarankirin.    * Di encama êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya li Dêrikê de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Girkê Legê.    * Stasyona petrolê ya Zarbî ya li gundê Şelûmiyê yê Tirbespiyê hate bombebarankirin. Her wiha stasyona petrolê ya Babasî û nvaenda komkirina mazotê jî hatin bombebarankirin.    * Du bîrên petrolê yên li gundê Girê Berê yên Tirbespiyê hatin bombebarankirin.    * Gundê Oca yê Til Temirê hate bombebarankirin.    * Stasyona telefonê ya li gundê Kesebê yê Dirbêsiyê hate bombebarankirin. Ji ber êrişê telefon qut bûn.    * Gundên Mişêrfe, Dewalîb, Seyda û Muelek ên Eyn Îsayê, rêbeja M4’ê û Wargeha Eyn Îsayê hatin bombebarankirin.    * Derdora gundê Girziyaret ê Girkê Legê hate bombebarankirin.    * Gundên Dendeniyê, Ereb Hesen, Ewn Dadat, Toxar, Mişerfet, Biwêr û Seyade yên Kantona Minbicê hatin bombebarankirin.    * Zêdetirî 30 topên hewan û obûsan li gundên Qirtwêran, Kawilkî ve Hoteyê ketin.    * Bîrên petrolê yên li derdora Stasyona Ûdeyê ya li Tirbespiyê hatin bombebarankirin. Di encama êrişê de bîr temamî hatin tunekirin. Ji saetên nîvro ve stasyon cara 9’emîn hatin bombebarankirin.    * Gundên Kantona Efrîn-Şehbayê bi çekên giran hatin bombebarankirin. Her wiha derdora Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosinê ku penaberên Efrînî lê dimînin jî hate bombebarankirin.    * Navenda Tenduristiyê ya Xelîcê ya li Taxa Hilko ya Qamişloyê hate bombebarankirin. Di êrişê de xesarên madî çêbûn û êdî nikare xizmetê bide. Li vê derê klînîkên zarokan ên li navenda tenduristiyê, nexweşiyên jinan, tedawiya diranan û beşa nexweşiyên hundirîn xizmet didan. Navendê her roj bi sedan kesên ji navenda Qamişloyê, çoltarê wê û Til Hemîs û çoltarê wê tedawî dikir.    * Gundên Qizelî, Qerfilî, Um Hewêş, Xirbet Elûş, Erîda û Kor Hesen ên Eyn Îsa û Girê Spî hatin bombebarankirin.     * Gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê û depoyên genim hatin bombebarankirin.    * Bîrên petrolê yên Ûdê yên Tirbespiyeyê careke din hatin bombebarankirin.    25’Ê COTMEHÊ   * Gundê Beniye yê Kantona Minbicê bi çekên giran hate bombebarankirin. Di encama êrişan de zarokê 11 salî Fereh Berho hate qetilkirin, zarokê 13 salî Ebdurehman El Berho û zarokê 8 salî Semîr El Berho birîndar bûn.    * Di êrişa li dijî depoyên genim ên li gundê Rovî yê Kobanê de 7 karker birîndar bûn.    Di heman demê de Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de herî kêm 27 sivîl hatine qetilkirin.