Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye 2024-10-25 14:08:42   WAN – Saziyên Sivîl ên Civakî yên Wanê ku ji bo Serhat Temîzer daxuyanî dan, dan zanîn ku Temîzer ji ber nexweşiya xwe ya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye û diyar kirin ku ew dê şopînerên bûyerê bin.   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER’a Wanê), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Wanê (TÎHV), Sendîqeya Teqawîtan a Wanê û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê têkildarî girtiyê siyasî Serhat Temîzer ku di 19’ê cotmehê de di roja biryara wî ya berdanê hat dayîn de jiyana xwe ji dest da, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê daxuyaniyek hevpar dan. Endamên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.    ‘LI EDLIYEYÊ NOBED DERBAS KIRIYE’   Nûnerê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîc, metna daxuyaniyê ya hevpar xwend û da zanîn ku Serhat Temîzer di gelek danaşînên xwe de aniye ziman ku ew nexweşê epîlepsiyê ye, derûniya wî ne baş e û divê bê tehliyekirin. Yavîç, bi domdarî wiha got: “Di danişîna 3'yemîn de heyeta dadgehê biryar da ku Serhat Temîzer sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê bê kirin da ku bê zanîn ew nexweşê ‘epîlepsiyê ye’ yan na. Her wiha dadgehê xwest di raporê de bê zanîn ku Temîzer dikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne yan na û xwest rapor demildest radestî dadgehê bê kirin. Rapora ku dadgehê li gorî biryara navberê ya di danişîna 3'yemîn de xwest, ket dosyayê. Di rapora 5’ê hezîrana 2018’an de hat diyarkirin ku Serhat Temîzer bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye û nobedan derbas dike. Di danişîna 12’emîn a di 07’ê mijdara 2019’an de Serhat Temîzer, diyar kir ku ew nexweş e û psîkolojiya wî xera bûye û daxwaza berdana xwe kir. Di dawiya danişînê de biryara berdana Serhat hat dayîn. Temîzer, di danişîna biryarê ya di 5’ê adara 2021’an de jî li Edliyeyê nobeda epîlepsiyê derbas kiriye û bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê.”   ‘JI BER NEXWEŞIYA XWE JIYANA XWE JI DEST DAYE’   Yavîç, anî ziman ku di danişîna biryarê ya di 18’ê cotmeha 2024’an de Serhat Temîzer û parêzerê wî diyar kirin ku ji ber nexweşiyê Serhat nikare di girtîgehê de bimîne û ev tişt got: “Di dawiya rûniştinê de dadgehê jî ji ber sûcên cuda 8 sal û 8 meh ceza li Serhat birî û di heman demê de biryara berdana wî dan. Serhat ji bo rûniştina biryarê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2’yan a Dumluyê anîn Colemêrgê. Di danişîna dozê de tevî biryara tavilê serbestberdana Serhat Temîzer jî dîsa dest bi kelepçe kirin û ji bo kar û barên berdanê birin girtîgehê. Di heman rojê de weke ‘mêvan’ sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat kirin. Serhat ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di hucreya yek kesî de hat hiştin, di 19’ê cotmeha 2024’an de di saetên sibehê de jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Temîzerê ku rakirin nexweşxaneyê ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye.”   ‘MAFÊ TEMÎZER HATIYE BINPÊKIRIN’   Yavîç da zanîn ku girtiyê nexweş Serhat Temîzer ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku rêveberiya saziyê erkên xwe pêk neaniye jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê yekê de hêmanên sûcê kuştina bi qestî ku bi îhmalkarî pêk hatiye derket holê. Serhat Temîzer piştî ku di 18’ê cotmeha 2024’an de diviyabû di salona dadgehê de bihatiba berdan, nehat berdan, berovajî vê yekê kelepçe kirin, li wesayîta rîngê siwar kirin û birin girtîgehê. Bi vê pêkanînê mafê azadî û ewlehiyê yê Temîzer hat binpêkirin. Em daxwaz dikin ku dewlet li gorî erkên xwe tevbigere û destwerdana mafên jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş neke û ev bûyera Temîzer bi berfirehî bê lêkolînkirin û der barê kesên têkildar de doz bê vekirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê pêvajoyê bişopînin.”