Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î 2024-10-25 14:11:42   AMED - Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê li Şaredariya Rezanê tayîn kiribû, ji ber sûcê “Peywira xwe xerab bi kar aniye” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Rezanê ya Amedê bi dest xist lê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li şûna namzetê HDP’ê, Huseyîn Beyoglû yê AKP’î tayîn kir. Ji ber sûcê “Peywira xwe xerab bi kar anî”, 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Beyoglû hate birîn. Beyoglû, cîgirê wî Sidik Aycîl û Midûrê Îmarê Firat Kiliç ku tê gotin di karê îmarê de bertîl wergirtine, hatibûn girtin. Danişîna biryarê ya doza ku bi sûcê “Peywira xwe xerab bi kar anî” hatiye vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin.    Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û li Beyoglû û Kiliç 3 sal û 9 meh cezayê hefsê birî. Ji bo Aycîl jî biryara beraetê da.    ÇI BÛBÛ?   Karsazekî serî li Şaredariya Rezanê da û Firat Kiliç ê li Midûriyeta Îmarê dixebitî jê bertîl xwest. Li ser vê yekê karsazî rewş bi polîsan re parve kir. Komên Midûriyeta Şaxa Qaçaxçitî û Sûcên Organîzeyî ya Amedê, dema pereyên rojek berê weke bertîl dhatin radestkirin bi ser de girtin. Kiliç, di çarçoveya operasyona bertîlê de hate binçavkirin.    Li ser îfadeyên Kiliç ên li Şaxa Midûriyetê, derket holê ku rayeya wî ya îmzeyê nîne. Polîsan jî lêpirsîn berfirehtir kirin û îcar jî cîgirê serokê ji îmarê berpirsyar Siddik Aycil binçav kiribûn.