Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin 2024-10-25 15:34:35   MÊRDÎN - Cenazeyê Ramazan Aktaş ê hate îdiakirin ku di pevçûna li maleke navçeya Artûklûyê de jiyana xwe ji dest daye ji aliyê malbata wî ve hate teşhîskirin.    Polîsên tîmên taybet di saetên serê sibê de bi ser mala li qata 4’emîn a Apartmana Hasanogûllari ya li Taxa Nûr a navçeya Artûklû ya Mêrdînê de girtin. Li gorî îdiayê di dema serdegirtinê de pevçûn derket û Ramazan Aktaş ê hate diyarkirin endamê HPG’ê ye jiyana xwe ji dest da.    Malbata Aktaş a li navçeya Dêrikê dijî, ji bo ku cenaze teşhîs bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Malbata Aktaş cenazeyê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê tê ragirtin teşhîs kir.    Malbat dê di saetên pêş de cenazeyî teslîm bigire û li Goristana Heramiya ya li navçeya Dêrikê veşêre.