KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin 2024-10-25 16:01:13   ENQERE - KESK’ê bi çalakiya ku li ber Wezareta Dadê kir, xwest ku mafên endamên wan ên bi KHK’yên di çarçoveya OHAL’ê de ji peywîra xwe ya cemaweriyê hatin îxrackirin bên îadekirin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi daxwaza îadekirina mafên 2 hezar û 512 endamên xwe yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) ya piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibûn weşandin ji peywîra wan hatin îxrackirin li ber Wezareta Dadê daxuyanî da. Sendîkayên girêdayî KESK’ê, nûnerên rêxistinên sivîl, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku tevî 8 sal bi ser OHAL’ê re derbasbûne jî hêj endamên wan ên îadeyî karê wan nehatine kirin hene. Karagoz, diyar kir ku li dijî vê bêhiqûqî û rewşa keyfî ya aşkere têkoşîna wan didome û got: “Me ji wezareta ku ji bicihanîna edaleta li welat berpirsyar, beriya çend hefteyan daxwaza randevuyê kir. Lê mixabin me tu bersiv negirtin. Ji ber vê yekê rawestgeha me ya lêgerîna me ya edaletê ya 8 sal in bênavber û bibiryar em didomînin îro Wezareta Dadê ye. Em li vir in da ku careke din gazinên ku ev 8 sal in em jiyan dikin bînin ziman û bêjin kar û mafên xwe yên ku bi awayekî bêhiqûqî ji me hatine girtin bi paş ve bigirin.”   ‘OHAL’Ê HEŞT SALÊN ME DIZÎN’    Karagoz, bal kişand ser têkoşîna kedê ya KESK dide û wiha domand: “Dizanin ku KESK konfederasyoneke ku li vî welatî di navbera ked û têkoşîna demokrasiyê de piran ava dike ye. Ji destpêkê ve li dijî sendîkayên zer ên di bin siya desthilatê de ne têdikoşe. Ji ber vê yekê 4 hezar û 259 endamên KESK’ê bi KHK’yên OHAL’ê ji nan û karê xwe bûn. Bi biryarên ku li ser lêkolîna dosyayan a Komîsyona OHAL’ê ku me nekarî mafê xwe yê parastinê bikarbînin û nezanî ka bi çi tên sûcdarkirin û bi biryarên dadgehên îdare yên rayedar ên taybet, dadgehên îstînafê û Dadgeha Kargêrî ya Bilind 8 salên me hatin dizîn.”