Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin 2024-10-25 16:06:48   AMED - Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê ji bo dermankirinê hatibû taloqkirin, piştî biryara girtinê ya Dozgeriya Mûşê li Amedê hate binçavkirin û girtin.    Mûhlîse Karaguzel a ji bo were dermankirin înfaza wê 2 caran hate taloqkirin û di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, piştî derbarê wê de biryara girtinê hate dayîn, li mala kurê xwe ya li Amedê hate binçavkirin û anîn edliyeyê. Piştî karûbarên wê yên liv ir Karaguzel bi hinceta ku nêzî salekê cezayê wê heye birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Hate zanîn ku piştî derbarê Karaguzelê de serlêdana taloqkirina înfazê ya hatiye kirin nehatiye qebûlkirin biryara girtina wê hatiye wergirtin.