Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê 2024-10-25 16:24:16   AMED - Beriya maça di navbera Amedspor û Pendîksporê ya li Îdirê de, biryara qedexeya alîgiran hate dayin. Serokê Kuluba Amedsporê Azîz Elaldi got ku heke biryar neyê betalkirin ew ê dernekevin maçê.    Amedspor a ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze, dê di hefteya 10’emîn de bibe reqîbê Pendîksporê. Ji ber ku zemîna Stadyuma Tahir Elçî (Diyarbakir) xerabe ye, biryar hate dayin ku maç li îdirê were lîstin. Dihat plankirin ku maç di roja yekşemê saet di 16.00’ê de were lîstin. Lijneya “Ewlehiyê” ya Bajar a Îdirê bi îdiaya “ewlehiyê” biryar da ku maç bêyî alîgiran bê lîstin.    Serokê Kuluba Amedsporê Azîz Elaldi bertek nîşanî biryarê da û got ku heke biryar neyê betalkirin dê dernekevin maçê. Elaldi, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Walîtiya Îdirê û Lijneya Ewlehiyê ya Bajar li gel ku sehaya me ye jî ji bo maça me biryara qedexeya alîgiran daye. Em vê biryarê bi tu awayî qebûl nakin û li bendê ne ku bê betalkirin. Heke ev biryar neyê sererastkirin, em bi eşkereyî dibêjin ku dê dernekevin maçê. Em vê biryarê qebûl nakin. Di demên dawî de hem li hundir hem li derve ji aliyê heman navendan ve li dijî Amedsporê êrişeke sîstematîk hatiye destpêkirin.”