Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn 2024-10-25 16:37:26   ÊLIH - 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê hatibûn girtin. Dadgehê derbarê her 9 kesan de biryara berdanê da.    Li gundê Bilexşê ya ser bi navçeya Kercewsa Êlihê ve di 22’yê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes hatibûn binçavkirin û girtin. Danişîna 9 kesên ku bi îdiaya “Bizanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) ku beriya danişînê 10 rojan sewqî Girtîgeha Jinan a Erzîncanê hatibûn krin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Girtiyên din Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Yûsûf Bolek (68), Zubeyîr Şîmşek (41) û muxtar Mûrat Gelîr (24) di danişînê de amade bûn.    Meclisa Dayikên Aştiyê, Nûnertiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) danişîn şopandin. Rojnamevan bi gotina “ferman heye” negirtin eywana danişînê.    Her 9 kesên ku di danişînê de li dijî sûcdariyên derbarê wan de parastin kirin, diyar kirin ku gundên wan bi rojan di bin dorpêçê de ma û hate bombekirin. Kesên tên darizandin diyar kirin ku bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û daxwaza berdan û beraeta xwe kirin. Parêzerên wan jî diyar kirin ku muwekîlên wan bêyî ku delîleke şênber hebe hatine girtin û xwestin ku dema girtina muwekîlên wan li ber çavan were girtin û muwekîlên wan bên berdan û beraet kirin.    BIRYARA BERDANÊ    Dadgehê piştî parastinan, komkirina delîlan û dema girtina 9 kesan li ber çavan girt û biryara berdana wan da û danişîn taloqî 17’ê çileya 2025’an kir.