Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn 2024-10-25 18:01:18 STENBOL - Di doza endamên DÎAYDER'ê de ku hat lidarxistin, li 12 kesan 6 sal û 3 meh û li 4 kesan jî 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.  Bi sedema xutbe û weazên bi kurdî, serok, rêveber û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) jî di nav de derheqê 22 kesan de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 17’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê di roja duyemîn de hate lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn.    Piştî parastinên yên dihatin darizandin û parêzeran, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku doza kesek jiyana xwe ji dest daye hatiye betalkirin. Dadgehê der barê 6 kesan de biryara beraetê da. Der barê 9 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza kêm kir û li her yekê 6 sal û 3 cezayê hepsê birî. Serokê komeleyê mele Ekrem Baran jî di nav de der barê 3 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li her yekê 7 sal û 6 meh ceza birî, der barê 4 kesan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" li her yekê 2 sal û mehek cezayê hepsê birî.