Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin 2024-10-25 19:45:27   AMED - Beriya maça Amedsporê û Pendîksporê ya li Îdirê dê bê lîstin, biryara qedexeya alîgiran hat dayîn. Serokê Amedsporê Azîz Elaldi ragiand ku qedexe hatiye rakirin.    Amedspor a ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze, dê di hefteya 10’emîn de bibe reqîbê Pendîksporê. Ji ber ku zemîna Stadyuma Tahir Elçî ya Amedê xerabûyî ye, biryar hate dayîn ku maç li Îdirê bê lîstin. Tê payîn ku maç roja yekşemê saet di 16.00’ê de were lîstin. Desteya “Ewlehiyê” ya Bajarê Îdirê bi îdiaya “ewlehiyê” biryar dabû ku maç bêyî alîgiran bê lîstin.    Serokê Kuluba Amedsporê Azîz Elaldi bertek nîşanî biryarê da. Li ser vê bertekê hat ragihandin ku qedexe hatiye rakirin. Elaldi di hesabê xwe yê X'ê de ragihand ku wan bi Waliyê Îdirê û Canturk Alagoz re hevdîtin kiriye û ji vê yekê encam girtin e. Elaldi da zanîn ku qedexeya alîgiran hatiye rakirin û got ku ew hemû alîgirên xwe vedixwînin piştevaniyê.