Li Sakaryayê 2 karker mirin 2024-10-25 20:54:12       NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Serdivan a Sakaryayê li înşaetekê asansor bi ser du karkeran de ket û karkeran jiyana xwe ji dets da.    Li taxa Yazlik Koprubaşi ya navçeya Serdivan a Sakaryayê li înşaeta asansor bi ser du karkeran de ket û jiyana xwe ji dest da. Karkerên bi navê Mahsun Ş. (30) û Metîn B. (64) di bin asansorê de man û mirin. Tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Cenazeyên karkeran hatin derxistin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sakaryayê.