Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir 2024-10-25 22:13:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Nizar Amêdî ji wezîfeya xwe îstîfa kir û wek Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya Bexda hate diyarkirin.   Li gorî nûçeya Rojnewsê; çavkaniyek ji YNK’ê eşkere kir ku Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Nizar Amêdî ku ji wezîfeya xwe îstîfa kir û wek Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya Bexda hate diyarkirin.   Nizar Amêdî ji pişka YNK’ê di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de wezîfeya Wezîrê Jîngehê yê Iraqê wergirtibû. Lê ji ber wezîfeya wî ya nû ji aliyê partiya wî YNK’ê ve hatiye wezîfedarkirin, ji wezîfeya xwe ya wezîrtiyê îstîfa kir û wê weke Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya Bexda dest bi kar bike.