Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire 2024-10-25 22:22:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê wek “qirkirin û piştgiriya terorîstan” pênase kir.    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.     Daxuyanî wiha ye:    "Di çarçoveya berdewamkirina hemleyên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk ji zêdetirî 2 rojan ve êriş herêmên me Bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê bi hicetên ne rast, binesaziya stratejîk û xizmetguzariyê bombebaran dike. Her wiha dixwaze bi van êrişan, aloziyên xwe yên hindirîn derbasî herêmên derdorê bike, raya giştî ya Tirkiyeyê bi rêya van êrişên dijminane bixapîne.   XESAR Û ZIYANÊN LI HERÊMÊ   Ev êriş, zemînê ji projeyeke “tevliheviyê” ya nû re li herêmê çêdike û derfetê dide vejandina terorê ku ew jî bi xwe re hewldanên têkoşîna hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dimeşîne, asteng dike. Di van êrişan de zêdetirî 14 kes şehîd bûn û 40 kes jî birîndar bûn. Tirkiyeyê ji êvara pêncşemê ve û heta nîvroya înê 40 caran herêmê bombebaran kir. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 17 caran li dû hev parzûngehên pertolê yên nêzî zeviyê Ûdê, stasyonên kehrebe û enerjiyê bombebaran kirin.   Li Kobanê, Tirbespiyê û Amûdê di encama êrişan de, kehrebe qut bû, zêdetirî 250 hezar malbat bê kehrebe ne. Di encama hedefgirtina kargehên petrolê û parzûngehan de zirarên mezin li qadên xizmetguzariyê, pîşeyî û çandiniyê hatin. Li Dirbêsiyê ku nifûsên wê zêdetirî 50 hezar in ji ber êrişan, av qut bû û gelek firin rawestiyan.   Her wiha Tirkiyeyê êriş herêmên Şehba û Efrînê kir ku êş û zehmetiyên koçberan bi hatina zivistanê re girantir kirin.   BANGA LI QADA NAVNETEWEYΠ   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê destnîşan dike ku Tirkiye bi rêya van êrişan dixwaze, fişarên aborî li ser herêmên me zêdetir bike. Ev êriş li dijî projeya gelê me “qirkirineke” diyar e û piştgiriya ji terorê re ye. Dema ku em hewl didin ewlehiyê û istiqrarê û çareseriyeke demokratîk ku yekitiya Sûriyeyê û gelê wê dabîn dike, bisepînin, civata navneteweyî li hember van êrişan bêdeng dimîne. Ev helwesta wê 'şermûk e'. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên piştgiriya îstiqrarê dikin ku ji bo rê li pêşiya van êrişan bigirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.   Em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku emê parastina wî û destkeftiyên şoreşa wî bidomînin. Em bang li pêkhateyan dikin ku li hember êrişan bibin yek, xwedî li projeya yekitiya gelan û biratiya wan derkevin ji ber ku ev proje serkeftina rastîn dabîn û binkeftina planên dijminane dabîn dike. Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî û rêxistinên NY`yê dikin ku komîteyên lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.   Li dijî projeyên tesfiyekirinê û tevliheviyê Yekitiya gelê me û hevgirtina wî, vebijarka herî guncew e.   Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.”