Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin 2024-10-25 22:37:25   MÊRDÎN - Ramazan Aktaş ê li Mêrdînê serê sibehê di serdegirtina malekê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin.   Polîsên tîmên taybet di saetên serê sibê de bi ser mala li qata 4’emîn a Apartmana Hasanogûllari ya li Taxa Nûr a navçeya Artûklû ya Mêrdînê de girtin. Li gorî îdiayê di dema serdegirtinê de pevçûn derket û Ramazan Aktaş ê hate diyarkirin endamê HPG’ê ye jiyana xwe ji dest da.    Malbata Aktaş piştî cenaze li morga nexweşxaneya Mêrdînê teşhîs kir, cenaze wergirt. Malbatê cenaze bir navçeya Dêrikê û li Goristana Heramiya veşart. Gelek kes tev li merasîma cenaze bûn. Cenaze piştî wecîbeyên olî bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" hat veşartin.    OPERASYONA LI NAVÇEYA STEWRÊ    Li aliyê din Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî operasyona leşkerî ya li çoltera Stewrê ya Mêrdînê dest pê kiribû daxuyanî da û ragihand ku endamê HPG'ê Ozcan Gunay di çarçoveya operasyonê de jiyana xwe ji dest daye.