Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekirin 2024-10-25 23:36:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ra gihand ku di êrişên Tirkiyeyê de bi giştî 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 sivîl canê xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.   Li gorî daxuyaniyê, bîlanço wiha ye:   "Êrişên balafirên keşfê: 99   Êrişên balafirên şer: 13   Topbaran: 573   Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye.   Di encama wan êrişan de,    14 sivîl şehîd bûne   3 endamên hêzên leşkerî   Bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.   Her wiha:   39 sivîl birîndar bûn e   9 endamên hêzên leşkerî birîndar bûn e   Bi giştî 48 kes birîndar bûn e.   Hêzên me li ser erka xwe ya xizmetkirina gel, xebatên ji bo avakirin û belavkirina îstiqrarê û parastina pêwîst û gengaz ji welatiyan re dixebitin."