Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû 2024-10-26 08:34:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê êrİşa ku dihat payîn li dijî Îranê pêk anî, di saetên şevê de pêk anî. Hat ragihandin ku di dema operasyonê de piranî tesîsên drone û fuzeyan hatine hedefgirtin.   Li bendê bû ku Îsraîl êrişî Îranê bike. Ev êrişa dihat payînkirin di saetên şevê de pêk hat. Êrişên ku bi 3 pêlan dest pê kirin, li gorî saeta herêmî saet di 03.00'yan de dest pê kir û şeveqê saet di 5.45’an de bi dawî bû.   Di êrişê de paytext Tehran û Karaj jî di nav de, tesîsên leşkerî û pîşesaziyê yên li gelek bajaran hedef hatin girtin. Yek ji santralên nukleer ên Îranê, li Karayê ye.   Îranê di daxuyaniya xwe de êriş piştrast kir û ragihand ku gelek fuze ji aliyê sîstema parastina hewayê ve hatin sekinandin.   Medyaya Îsraîlê jî îdîa dike ku Îranê ti fuzeyan wan, nesekinandine.   Ji xeynî Îranê, li Sûriyeyê jî li gelek nuqteyan êrişên hewayî yên Îsraîlê pêk hatine, lê têkildarî hûrguliyan agahî nehatin bidestxistin.