Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje 2024-10-26 09:00:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya piştî 43 mehan de  peyameke zelal û eşkere daye û got: "Pêwîste dewleta Tirk jî bersivê bide peyama birêz Abdullah Ocalan. Divê dewlet gaveke şênber biavêje." Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi raya giştî re parve kir ku di 23'yê Cotmehê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 43 meh agahî jê nedihat girtin hevdîtin pêk aniye. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan ev peyam ji raya giştî re şand: "Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku ev pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî." piştî vê daxuyaniyê nîqaşên pevajoyeke nû li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kirin.    Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî peyama Ocalan û pêvajoya diqewime de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    'OCALAN Û GELÊ KURD XWEDÎ YEK HELWEST IN'    Karamûs anî ziman ku hem Tevgera Kurd hem jî Abdullah Ocalan têkildarî nîqaşên pêvajoya nû peyamên zelal dan û got di vê mijarê de Abdullah Ocalan û tevgera Kurd xwedî helwesteke hevpar in. Karamûs wiha axivî: "Dewleta Tirk heta niha der barê destpêkirina pêvajoyeke nû de daxuyaniyeke zelal nedaye. Bi daxuyaniya dawî ya Bahçelî re nîqaşa pêvajoya çareseriyê ya nû destpê kir. Her kes jî li ser vê mijarê nirxandinekê dike. Duh Birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de peyameke zelal da. Di peyama xwe de bi lêv kir ku ew xwedî heze ku pirsgirêke bi rêya hiqûq û siyasetê çareser bike. Birêz Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku ew amade ne ku bi rêyên demokratîk pirsgirêkê çareser bibin. Hem birêz Abdullah Ocalan û hem jî Tevgera Azadî ya Kurd bi awayekî zelal parve kirin ku ew di vê mijarê de xwedî helwesteke hevpar in. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî diyar kir ku divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û di şert û mercên ku azadiya fîzîkî pêk tê de rol û mîsyona xwe bi cih bîne."   'KES JI TIRKIYE BAWER NAKE'   Karamûs bal kişand ser êrişa li Enqereyê û diyar kir ku piştî êrişê li ser Rojava û Herêma Kurdistanê hatin bombebarankirin û got ku ev bombardiman dilsoziya dewleta tirk a li dijî pêvajoyê nîşan dide û wiha domand: "Dema ev geşedan diqewimin, li Enqereyê teqînek pêk hat. Di bûyera ku li dijî tesîsên leşkerî yên Tirkiyeyê pêk hat de yekem tişt hat bîra her kesî ev bû ku Tirkiye ji bo êrişan li hincetan digere. Nirxandina min a şexsî ev e ku ev pêvajo û geşedan ji bo me hemûyan îmtîhaneke. Pevajoyeke ku hem pirsgirêkên Kurdistanê û hem jî pirsgirêkên Rojhilata Navîn di îhtîmala çareseriyê de ne ew bûyer qewimî. Ew bûyer nabe sedema destxistina tiştekî û berovajiya wê ji bo êrişên Tirkiyeyê bû hincet. Tirkiye ji dûh ve êrişî Rojava û Başurê Kurdistanê dike. Di êrişên Tirkiyeyê de zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ew êriş samîmiyeta Tirkiyeyê jî nişan dide. Heke Tirkiye ji aliyekî van daxuyaniyan bide ji aliyê din vê jî êriş bike tu kes bawerî gotinên Tirkiyeyê nake. Ji bo pêvajoyeke destpê bike divê berî hertiştî rewşeke aram hebe û di navbera herdû aliyan de bawerî pêk were."   'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVEJÊ'   Karamûs bi lêv kir ku Tirkiye ji bo êrişên xwe li hincetekê digere û daxuyand ku ew ê bi van êrişan encamekî bi dest nexin û got ku ev êriş wê bibin sedem ku Tirkiye winda bike û ev tişt got: "Heke armanca Tirkiyeyê avakirina aştiyê û çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê ye, divê dawî li van êrişan bîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd di vî warî de xwedî tecrûbeyeke mezin e. Ji ber vê yekê taktîk û nêzîkatiya xapandinê ya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û armanca ji holê rakirina kurdan divê bi dawî bibe. Tirkiye dev jî vê yekê berde û ji bo pirsgirêk bi rêya guftugoyê çareser bibe divê gavên şênber biavejê."   'OCALAN PEYAMEKE ZELAL DA'   Karamûs bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û got ku Ocalan peyameke zelal daye û divê dewlet bersiva vê peyamê bide û got: "Birêz Abdullah Ocalan peyamek pir zelal da. Heke şert û merc pêk werin, hêza Birêz Abdullah Ocalan heye ku vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike. Gelê Kurd jî di vê mijarê de baweriya xwe bi Birêz Abdullah Ocalan tîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan amade ne ku pirsgirêk bi rê ya dîaloge çareser bibin. Gelê kurd di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de peyameke zelal da dewletê ku kurd aştîxwez in. Divê dewleta Tirkiyeyê jî bersiveke bide peyama birêz Abdullah Ocalan û gavên şenber baveje. Heke pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe wê deme hewcedarî ji şerê çekdarî namîne û dibe ku şerê çekdarî bi temamî bi dawî bibe."   MA / Mahmut Altintaş