Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê 2024-10-26 09:00:31 STENBOL - Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku “mafê hêviyê” mafek mirovî ye û got: “Meseleya mafên mirovan nabe ku bibe mijara muzakereyê û nîqaşê.”  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de têkildarî cezayê muebbeta giran ê bêyî mafê berdana bişert ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, biryara “binpêkirina mafê hêviyê” dabû. Tirkiyeyê li dijî biryara binpêkirinê ya DMME’yê 10 sal in tu gav neavêtine.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe. Komîteyê hişyar kir ku berovajiyê vê biryarê were tevgerandin dê di civîna îlona 2025’an de biryareke navberê bê amadekirin.    Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di nav saziyên ku di salên 2021 û 2024'an de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû cih digirt. Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci derbarê "mafê hêviyê" de nirxandinan kir.   ‘NEMÎSOGERKIRIN BINPÊKIRINA MAF E’    Bakkalci bi bîr xist ku Konseya Ewropayê ku Tirkiye jî endama wê ye, di 24'ê Îlona 2003'yan de cara ewil der barê "mafê hêviyê" de pêşniyarek daye û got: "Ev biryar pêşniyarek rasterast bi berdana bi şert ve girêdayî bû. Ew biryarek bû ku îhtîmala serbestberdana bi şert di nav xwe de dihewand, ku dikare ji bo her kesê ku heta hetayê di zindanê de bimîne derbasdar be.” Bakkalci bi bîr xist ku li çaraliyê cîhanê di mijara "mafê hêviyê" de hin mînak hene û wiha got: "DMME’yê diyar kir ku mafê hêviyê di cezayên girankirî yên heta hetayê de derbasdar e û rojekê mafê berdana bi şert heye. Têkildarî mafê hêviyê hem ji hêla yasayî û hem jî di pratîkê de nehate garantîkirin û ev yek wek binpêkirna maf hat dîtin.”    ‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BÊN KIRIN’    Bakkalci destnîşan kir ku divê kesê ku cezayê muebedê yê giran lê tê birîn di warê mafên mirovan de ji "mafê hêviyê" bêpar neyê hiştin û destnîşan kir ku divê di vî warî de sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin. Bakkalci got: “Der barê biryarên binpêkirina DMME’yê de li pêşberî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dosyayek heye. Herî dawî li ser van biryaran di meha Îlonê de nîqaş hatin kirin û biryarên hatin girtin hatin weşandin. Di biryara xwe de heta sala 2025’an dem ji Tirkiyeyê re hat dayîn. Heke sererastkirin neyê kirin, li ser îhtîmala girtina biryareke demkî heye.”    ‘NABE KU BIKIN MIJARA BAZARIYÊ’    Bakkalci destnîşan kir ku mijara mafên mirovan nikare bibe mijara muzakere û nîqaşê û got ku Tirkiye nikare bi awayekî kêfî erkên ku divê bi cih bîne li gorî peymanên ku ew alîgirê wan e, bi cih bîne. Bakkalci wiha berdewam kir: “Pirsgirêka mafên mirovan tu carî nikare bibe mijara muzakereyê. Bi rastî jî pirsa 'Hûn rêzgirtina ji mafên mirovan re digirin an na?' Divê di vî warî de rêz bê girtin. Di warê mafên mirovan de, 'mafê hêviyê' pêkanînên taybet ên kesekî nagire nava xwe. Divê li Tirkiyeyê bi giştî were pêkanîn. Cihêkiriya vî mafî li gorî kesan bi serê xwe cihêkariyek din derdixe holê.   Li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de gelek pirsgirêk hene. Fikra rejîmek li ser bingeha mafên mirovan di hemû qadên jiyanê de divê wekî hêmanek ji nû ve avabûnê were hesibandin. Weke civak em hemû welatiyên vî welatî ne û pêwîste em hemû di vî warî de hewl bidin. Ji ber ku ev mijar welatiyên hemû welat eleqedar dike. Ji ber vê yekê mijar mijarek pir zelal e. Ew pirsgirêkek e ku di cih de, gava ku hewce bike, di warê qanûn û pratîkên qanûnî yên pêwîst de dibe. Weke gelek mijarên din, divê hewl bê dayîn ku rayedarên peywendîdar di vê mijarê de demildest tedbîran bigirin."   MA / Esra Solîn Dal