Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê 2024-10-26 09:00:45 WAN - Alî Yaba li navçeya Miksê bi salane ji dara kevotê kevirên kişikê çêdike û got: “Heke şaredarî atolye yan jî kursekê veke ez ê bi kêfxweşî çêkirina kişikê bidim hînkirin.”  Navçeya Miksê ya Wanê di navbera çiyayan de ye û li cihekî veşartî ye. Gelî û zozanên wê bala mirovan dikişine ser xwe. Her kes wir wek parçeyek biheştê pênase dike. Bi xweşikî ango bedewiya sirûştiya xwe tê zanîn. Her çiqas bihar û havîna wê xweş be lê zivistana wê jî ewqas zor û çetîn e. Rê û dirbên wê ji ber barîna berfa zêde hema beje şeş heft mehan girtî dimîne û çûnehata wê ya ji bo navenda Wanê pir zehmet dibe. Xelkê navçeyê ji ber vê yekê Miksê wek “Gerstêrka Nehemîn” pênase dike. Li navçeyê lîstik û hezkirina welatiyan a ji bo kişikê jî tê zanîn. Ji ber ku zivistan li vir dirêj didome gelek kes lîstika kişikê ji xwe re kirine, jêvenegerek.    Alî Yaba 77 salî ye û li gundê Kisorê yê ku 25 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e dijî. Ew ji bo lîstikvanên kişikê yên li navçeyê kevirên kişikê çêdike. Yaba da zanîn ku bi salane ew ji dara kevotê bi destan kevirên kişikê hildiberîne.    TEKNOLOJÎ RÊ LI BERÊ GIRTIYE   Yaba got: “Çêkirina van kevirên kişikê ji bo min ne tenê malzemeyek in, her yek ji wan şopa raboriyê û mîrateyeke çandî ye ku ez ê bigihînim siberojê." Yaba da zanîn ku di beriya ku teknolojî li pêş bikeve ji ber van lîstikan hevgirtina civakî jî hebû û wiha got: "Ne telefon û ne jî televîzyon hebûn. Xelkê xwe bi van lîstikan li hev dikişand û dihatin cem hev. Dema min dest bi çêkirina vî karî kir, gava ku min yekem min çêkir nîşanî mamê xwe da, wî bawer kir ku ez dikarim viya bikim."   JI ŞAREDARIYÊ DAXWAZA KURSÊ DIKE    Yaba diyar kir ku ew hewl dide kevneşopiya çêkirina kevirên kişikê bidomîne û destnîşan kir ku berê li gelek malan kişik dihat lîstin û hosteyên kişikê hebûn. Yaba bal kişand ku kevneşopiya kişikê bi pêşketina teknolojiyê re tê jibîrkirin û wiha axivî: "Ez dixwazim ku ciwan jî vê bikin. Ciwan koç dikin û ev yek di deste kal û pîran de maye. Lê ez bi baldarî xwedî li vê kevneşopiyê derketim. Ez dixwazim ku ev kar li tu derê winda nebe. Em xwedî li berhemên xwe derkevin. Divê ev kevneşopî bidome. Ez dixwazim zarokên min jî xwedî lê derkevin. Ez êdî kal bûm. Ez bi tene heme ku taximê kişikê çêdikim. Heke şaredarî atolye ango kursê veke ez ê bi kêfxweşî kişikê bidim hînkirin.”    MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan