Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in 2024-10-26 09:02:02 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya berhevkirina pembû dest pê kir û ber bi dawiyê ve diçe. Cotkar Recep Kavak diyar kir ku ji ber lêçûnên wan kar û zirara wan hev dernaxe û ew zirar dikin.    Li Şirnexê 5 hezar û 34 kes li Sîstema Tomarkirina Cotkaran (ÇKS) qeydkirî ne, li bajêr bi giştî milyonek û 65 hezar û 15 dekar erdê çandiniyê heye. Ji vê herêmê bi qasî 55 hezar dekar salane 45 hezar ton pembû tê hilberandin. Li navçeya Silopiyayê ku li bajêr herî zêde hilberîna çandiniyê tê kirin, çinîna pembû dest pê kir. Lê belê cotkar ji ber lêçûna zêde ya mazotê û gubreyê ji zêdebûna lêçûnên kelûpelan bi gilî û gazinc in.      Recep Kavak ê ku 14 sal berê bi malbata xwe re ji Elihê hatiye, li deşta Silopiyayê cotkariyê dike. Kavak diyar kir ku îsal hezar û 200 dekar pembû çandine.   LI ŞÛNA KARÊ ZIRARÊ DIKIN    Kavak diyar kir ku ji meha çileyê heta nîsanê ji bo çandiniyê zeviyê amade dikin û got ku di meha nîsanê de çandiniyê dikin. Kavak da zanîn ku wan pembû di mehên îlon-cotmehê de berhev kirine û li ser her donimekî 10 hezar mesref dikin. Kavak anî ziman ku ji ber bihabûna kelûpelên mesref lê dikin bi gazinc in û kar û zirara wan hev dernaxe.    Kavak da zanîn ku îsal wan serê dekarê nêzîkî 400-450 kîlo pembû berhev kirine û  wan îsal pereyê ji pembûyê wergirtine dê sala bê nikaribin pê çandiniyê bikin. Kavak diyar kir ku her sala ku diçe lêçûyînên wan biha dibin û heke wisa bidome wê nikaribin çandiniyê bikin. Kavak destnîşan kir ku ji ber mesrefê li çandiniya pembû dikin êdî kes nikare ji pembû hekê keda ku dide derxe û li gorî rewşa heyî dê kes nikaribe çandiniyê bike û kes nikaribe li zeviyên xwe pembû çandiniyê bike.