Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e 2024-10-26 09:02:38   AMED - Şaredarê Nablusê Husam Shakhshir diyar kir ku piştî êrişên Îsraîlê hem pirsgirêkên însanî û hem jî yên aborî derketin holê û ji hemû cîhanê xwest ku zextê li Îsraîlê bikin da ku êriş bên sekinandin.    Civîna Desteya Rêveber û Konseya Hevpar a Teşkîlata Rojhilata Navîn û Herêma Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî (UCLG-MEWA) li hotêlekê Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Civîn du rojan kir û bi mijara “Dîplomasiya Herêmî: Avakirina Pêşeroja Bajarvaniyê” pêk hat. Nêzî 30 şaredarên neteweyî û navneteweyî, hevşaredar û rêveber tev li bûn.    Ji bilî gelek şaredarên ji Rojhilata Navîn, Serokê Şaredariya Nablusê ku yek ji girîngtirîn bajarên bazirganiyê yên Filistînê ye ku nifûsa wê 130 hezar e û ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye, Husam Shakhshir jî beşdarî civînê bû. Gelek şaredarên ku ji Rojhilata Navîn bi taybetî Lubnan û Filistînê beşdarî civînê bûn, der barê şer û xebatên şaredariyan ên di bin siya şer de berdewam dikin de nirxandin kirin.   Şaredarê Nablusê Husam Shakhshir têkildarî şerê li bajarê xwe û Filistînê axivî.    ‘BAJÊR DI DORPÊÇA ÎSRAÎLÊ DE YE’    Shakhshir diyar kir ku Îsraîl qetlîam û êrişên xwe yên li Nablûsa ku ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve di bin dorpêçê de ye berdewam dike. Shakhshir diyar kir ku nuqteyên kontrolê yên ji aliyê Îsraîlê ve li deriyên ketina bajêr hatine danîn, gel tacîz dikin û nahêlin bazirganî bê kirin û wiha got: “Her wiha ji Nablusê gihandina bajarên din gelekî zehmet e. Têkilî bi tevahî sînorkirî ye. Her wiha êrişên li ser bajar dewam dikin. Her wiha têkçûneke aborî jî heye. Ji ber pêkanînên kêfî yên Îsraîlê ketin û derketina bajêr tê astengkirin. Divê em di her şert û mercî de xizmeta gelê xwe bikin. Weke şaredariyê tevî van hemû zehmetî û dagirkeriyê jî em ê xizmeta xwe didomînin.”   ‘DIVÊ DEMILDEST ŞER BÊ SEKINANDIN’    Shakhshir bi bir xist ku ji roja destpêkê ya êrişan ve li hemû cîhanê êriş tên protestokirin û dewam kir: “Lê belê protestokirin têrê nakin. Ji sedî 70’yê şerîda Xezeyê hatiye rûxandin û ev pirsgirêkek cidî ya binesaziyê jî bi xwe re tîne. Piraniya xelkê neçar man li kampan bijîn. Ji Yekitiya Yekbûyî banga rawestandina êrişan tê kirin. Lê ji van bangan tu encam dernakeve. Em dixwazin hemû cîhan zextê li Îsraîl bike ku şer û êrişên xwe bide sekinandin û demildest ev rewş bi dawî bibe."    MA / Şîlan Çîl