Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede 2024-10-26 09:02:52 ÎZMÎR - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên kurdî yên ku dest pê kirine wê di 2'yê mijdarê de bi dawî bibin û got: "Em ê li Egeyê û bi taybetî jî li Îzmîrê xebatên xwe yên ziman bi xurtî pêk bînin." Li aliyekî zextên li ser ziman û çanda kurdî berdewam dikin li aliyekî jî têkoşînek bêhempa li dijî zextan tê dayîn û didome. Piştî girtina KURDÎ-DER'ê ya di sala 2016'an de Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta di sala 2018'an de hat avakirin. Komeleya ku bê avahî xebatên xwe didomand, li ser înternetê an jî li avahiyên saziyên din dersên xwe dida. Lê komeleyê avahî girt û di 5'ê cotmehê de cihê xwe vekir.    Komele piştî pirsgirêka cih çareser kir wê di meha mijdarê de êdî perwerdehiya rû bi rû bide. Komeleyê dest bi qeydan kiriye û wê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dersan bide.     Ramazan Kaygisiz   BANGA SERLÊDANÊ    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz diyar kir ku piştî girtina KURDÎ DER'ê wan nikaribû bi awayekî aktîf xebatên xwe bidomîndina û got bi sazîbûna Avestayê re xebatên wan aktîf bûne û ev yek di nava kurdên li Îzmîrê de kelecanek çêkir. Kaygisiz da zanîn ku piştî vekirina avahiya komeleyê roj bi roj serlêdan zêde bûn û got: "Eleqeyeke mezin çêbû. Serlêdan wê di 2'yê mijdarê de biqede. Em hêvî dikin ku gelê me zêdetir serlêdanê bike. Bi vî rengî dê xebatên me hîn xurtir bibin."   'EM Ê XEBATÊN XWE ZIMAN XURTTIR BIKIN'   Kaygisiz destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bêyî ku bi cihekî diyar ve girêdayî bin xebatên xwe bimeşînin û wiha got: "Heta ku derfet hebe em ê li hemû navçeyên Îzmîrê xebatên xwe bimeşînin. Herin malan û dersan bidin. Ev daxwaz daxwaza gelê me ye. Em ê li gel xebata ziman, xebatên çand û hunerê û wêjeyê jî bikin. Di rojên pêş de xebatên xwe xurtir bikin. Li herêma Egeyê gelek kurd dijîn û em ê li Egeyê û bi taybetî jî li Îzmîrê xebatên xwe yên ziman bi xurtî bimeşînin."   'DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'    Kaygisiz bal kişand zextên li ser zimanê kurdî û wiha domand: "Ji bo dewleta tirk û tevahiya cîhanê şermeke mezin e ku gel tenê di kursan de hînî zimanê xwe bibe. Berî her tiştî em dixwazin kurdî bibe zimanê fermî. Gelê kurd çawa nikare bi zimanê xwe perwerde bibe, nenivîse û nexwîne. Gelê kurd xwedî 45 milyon nifûs e. Ev jî şerma giran a Tirkiyeyê ye. Wê li dijî zext û êrişên li ser ziman têkoşîn û berxwedana saziyên zimanê kurdî û gelê kurd bi ser bikeve. Wê heta hetayê têkoşîna gelê kurd a ji bo ziman berdewam bike û wê bi ser bikeve."    MA / Semra Turan