Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike 2024-10-26 09:03:04 AMED - Li navçeya Pîranê Îsmet Olmez ê AKP'yî ji bo şirketa xwe mezin bike û kapasîteya wê zêde bike karkeran wek "gundiyan" nîşan daye û ji wezaretê destûr wergirtiye.  Li gundên Pîrejma û Herido yên ser bi navçeya Pîrana Amedê ve talana madenê didome. Şirketa Olmez Dogû ya Madenê ya aîdî Îsmet Olmez ê AKP'yî xebatên lêgerîna madenê li gundan didomîne. Ji van gundan risas û çînko jê derxistin.    Cara ewil di tebaxa 2011'an de ji aliyê Şirketa Bîr Yildiz ve li herêmê ji bo lêgerîna risas û çînkoyê xebat hat destpêkirin. Di mijdara 2019'an de şirketa Olmez Dogû xebata madenê ya li wê deverê dewr girt. Şirket ji bo kapasîteya xwe zêdetir bike di tîrmeha 2022'yan de serî li Wezareta Bajarvaniyê û Hawirdorê dide. Wezaret di tebaxa 2022'yan de destûrê dide şirketê û qada ji 24,94 hektarî pêk tê derxist 532,77 qada hektarî.    DI GIRTEKA CIVÎNÊ DE BÊRÊBAZÎ DERKET    Di rapora ku di serlêdana fîrmayê de cih girtibû jî hat diyarkirin ku erêkirina welatiyên li herêmê dijîn hatiye girtin jî, di protokolê de derketiye holê ku 4 kes û 2 mixtar li ser mijarê beşdarî civîna gel bûne. Her wiha hat hînbûn ku kesên di girtekê de wek “gundî” nîşan dane xebatkarên şîrketê yên wê demê ne, Ahmet Akuzum di girtekê de wek xebatkarê kana madenê, Halît Bîrkan di fîrmayê de karkerê tamîrkirina wesayîtan û Mustafa Guzel jî wek aşpêj xebitî ye.    Hat diyarkirin ku 19 gundiyên ku li dijî rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) îtîraz kirine lê belê wezaret daxwaza gundiyan ji nedîtî ve hatiye.    DAR TÊN BIRÎN Û MÊW HIŞK BÛN E   Ev du sal in kapasîteya şirketê hatiye zêdekirin û ji ber vê yekê dar tên birîn û zeviyên gundiyan xesar dibînin. Ji ber dînamîtên tên teqandin jî li gundan rûxandin çêdibe û ji ber toz û gemara ku radibe jî mêwên gundiyan hişk bûn e.    LÊKOLÎN HAT KIRIN    Di encama serlêdana xelkê herêmê de; Komîsyona Bajarvanî û Hawirdorê ya Baroya Amedê, Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê(OHD) a Amedê, Odeya Endezyarên Makîne, Komeleya Pîrejman û Odeya Endezyarên Çandiniyê, di 20'ê cotmehê de serdana herêmê kirin û lêkolînan pêk anîn.  Endamê Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan ku beşdarî lêkolînan bû, der barê rewşa herêmê de axivî.   QANSÊR ZÊDE BÛYE    Înan diyar kir ku ev nêzî 10 sal in li taxên Pîrejman û Herîdo xebatên risasê tê meşandin û wiha got: “Ji ber vê xebatê çandinî gelekî kêm bûye. Ji bilî vê, bronşît û qansêra pişikê (ji ber tozê) zêde dibe. Şêniyên taxê dibêjin ku qadên wan jiyanê hatine tunekirin. Çavkaniyên avê yên Pîrejma qirêj bûn e. Gundiyan nîşan da ku ava wan çawa hatiye ziwakirin."    DOZA BETALKIRINÊ DÊ VEKIN    Înan da zanîn ku bêyî haya xelkê herêmê jê çêbibe kapasîteya lêgerîna madenê hatiye zêdekirin û "Xelkê serî li me da. Em çûn me herêm lêkolîn kir. Me li daxwaz û gazinên wan guhdar kir û agahî ji wan wergirt. Em ê wek Komîsyona Hawridorê ya Baroya Amedê doza betalkirina lêgerînê vekin. Ev tenê bi hiqûqî naçe serî divê di warê civakî de jî nerazîbûn bê nîşandan."    QADA DARISTANÊ TUNE KIRIN E    Înan anî ziman ku li cihê lêgerîna madenê lê tê kirin qada daristanê ye û dar tên birîn û xebat tê kirin û qada daristanê hatiye tunekirin. Înan da zanîn ku ji ber çalên hatine vekirin sewalên welatiyan dikevinê û dimirin. Înan destnîşan kir ku ji bo ev xebat bê sekinandin wê di warê hiqûqî de hewldanan bikin.    ARMANC KOÇBERKIRIN E    Hatîn Akay a ji gundê Pîrejma diyar kir ku ew ji ber doz û dûmanê êdî nikarin nefesê bigirin û got: "Dar û berên me û baxçeyên me hemû hişk bûn. Dixwazin em dest ji axa xwe berdin û ji vir koçber bibin. Lê em ê dest ji axa xwe bernedin."    Ramazan Akuzum jî diyar kir ku xebata madenê ya tê kirin jî rûxandinek mezin daye derûdora wan û wiha got: "Darên me, mêwên me hişk bûn e. Sedemê vê jî ew e ku kîmyasala ku tê bikaranîn e. Em viya qebûl nakin. Heke hewce bike em ê canê xwe jî bidin lê em ê destûr nedin vê kambaxiyê. Dixwazin gundên me bêmirov bihêlin. Lê belê em ê dest ji têkoşîna li dijî vê bernedin."    DÎNAMÎT ERDA WAN DIHEJÎNIN    Alî Riza Altinok jî anî ziman ku dînamîtên tên teqandin bandora erdhejê nîşan dide û got ku ev der axa wan e û ew ê xwedî lê derkevin.    Emîne Akdut a ku nexweşiya astimê û dil lê peyda bûye da zanîn ku toz û dumana ji ber xebata madenê radibe bandorek neyînî li ser tenduristiya wan dike û ji bo ev xebat nayê kirin dê her tiştî bikin.    PÎRA 84 SALÎ: EZ Ê TÊBIKOŞIM    Emîne Akkum jî destnîşan kir ku ji ber vê xebata madenê ew hem ji mal û milkên xwe hem jî ji tenduristiya xwe bûne e û got ku ji ber ew ji axa xwe hez dike, ew ê tevî vê 84 saliya xwe jî li dijî madenê têbikoşe.    DIBE SEDEMA MIRINÊ    Meryem Olgaç jî anî ziman ku piştî xebata madenê dest pê kiriye nexweşiya astimê lê peyda bûye û dibe ku ev xebata madenê bibe sedema mirina gundiyan û ew ê li dijî vê têbikoşin.    MA / Heval Onkol