Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît! 2024-10-26 09:03:22   DÎLOK - Tehliyeya girtî Lokman Yalçin bi hinceta “derketina wî ya derve bi fikar e” 3 meh hat dirêjkirin.    Lokman Yalçin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji meha hezîrana sala 2018’an ve girtî ye. 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Yalçin dema li girtîgeha Mêrdînê girtî ye ji ber ku beşdarî greva birçîbûnê ya sala 2019’an dibe wî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xelatê dikin.    Divê ku Yalçin di meha çile ya îsal de bihata tehliyekirin. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta lêpirsînên disiplînê du caran bi dema 4 mehan tehliyeya Yalçin asteng kir. Berdana Yalçin di meha îlonê de carek din ji bo dema 3 mehan hat dirêjkirin. Desteyê, der barê Yalçin de diyar kir ku “halê wî yê baş” heye. Lê belê desteye îdia kir ku “Derketina derve ya Yalçin bi fikar e” û ji ber vê yekê 3 meh tehliyeya wî dirêj kir.    Yalçin li dijî biryara der barê xwe de serî li Dadgeriya Înfazê ya Tetwanê da û îtîraz kir. Dadgeriyê di 4’ê cotmehê de li ser îtîrazê biryar da û biryara ku desteya girtîgehê daye di cih de dît. Yalçin li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Tetwanê da û ev îtîraz jî hat redkirin.    ‘BIRYAR KÊFÎ NE’    Xwişka Yalçin, Sema Yalçin bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku hemû biryarên ku desteyê girtine bi awayekî kêfî ne. Yalçin diyar kir ku ji meha çile û vir ve li benda berdana birayê xwe ye û wiha got: "Tehliyeya gelek girtiyan ku birayê min jî di nav de ye, bi pêkanînên dijhiqûqî û kêfî tên astengkirin. Herî dawî înfaza wî 3 mehan hat taloqkirin. Biryarên tên dayîn hem girtiyan û hem jî me me dixe bin bandorê. Em ji tenduristiya girtiyan bi guman in. Tevî van hemûyan jî girtî di telefon û hevdîtinên me yên vekirî de moral didin me. Em van pêkanînên kêfî qebûl nakin.”    MA / Ceylan Şahînlî