Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe 2024-10-26 09:28:36   STENBOL - Ji Desteya Koordînasyona DÎB’ê Nesteren Davûoglû diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin wê ne behsa aramiyê ne jî behsa aboriyê ne jî behsa rêzgirtinê bê kirin.    Nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd berdewam dikin. Partiyên desthilatdariyê û muxalefetê li pey hev daxuyaniyan didin û li ser meseleyê nîqaşan dikin. Di navbera van nîqaşan de ji malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan çû Girtîgeha Girava Îmraliyê û piştî 43 mehan hevdîtin hat kirin. Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan ev peyam şandibû: “Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji nan şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî.”    'DIVÊ PÊVAJOYA DIYALOGÊ BÊ LIPÊŞXISTIN’    Endama Desteya Koordînasyona Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) Nesteren Davûtoglû nîqaşên tên meşandin nirxand û destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin li Tirkiyeyê pêşketin çênabe. Davûtoglû da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkê divê pêvajoya diyalogê bê pêşxistin û got: "Heta ku em pirsgirêka kurd bi ser nexînin wê kes nikaribe ne behsa aştî û aramiyê, ne behsa aborî û ne jî behsa rêzgirtinê bike.”    ‘BI MILYONAN KES BI SALANE HEMAN TIŞTÎ DIBÊJE’    Davûtoglû bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Devlet Bahçelî û got: “Bi milyonan kes bi salane tiştên ku Baheçlî aniye ziman dibêjin. Niha jî qey meriv dibêje tenê Bahçelî dikare pirsgirêkê çareser bike. Ev ne rast e. Lê kî dikaribe pirsgirêkê çareser bike, ev girîng e. Her kes aştiyê dixwaze. Kurd û tirk tev dixwazin li ser axa vî welatî bijîn. Ji bilî çareseriyê tu rêyek din nîne.”    ‘DIVÊ MAFÊN KURDAN BÊN NASÎN’    Davûtoglû anî ziman ku aştî bi sîleh û lêferzkirinan pêk nayê û ev yek destnîşan kir: “Divê mafên ziman û çandî yên kurdan di destûra bingehîn de werin mîsogerkirin. Sîleh ne çareserî ye. Em dixwazin li ser bingehek aştiyane û aramî bijîn. Rêya vê jî demokrasî ye. Em dixwazin wan rojan bibînin. Divê her kes destekê bide nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd. Her kes dizane ku gelê kurd girîngiyê dide Ocalan. Lewma divê her kes di vî warî de bi hestiyar tevbigere. Me gelek ewladên vî welatî winda kirin. Ew ewladên me hemûyan e. Em dikarin bi rêyên diyalogê ji bin van barên giran derkevin.”    MA / Ferdî Bayram