3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin 2024-10-26 10:20:02   ÊLIH - 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kesên ku piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê hatibûn girtin, hatin berdan.    Danişîna doza 3 jê Dayikên Aştiyê 9 gundiyên ku piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê yê Êlihê hatibûn binçavkirin girtin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hate lidarxistin. Danişînê derbarê 9 kesan de biryara berdanê da. Dayikên Aştiyê Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) ku beriya danişînê 10 rojan sewqî Girtîgeha Jinan a Erzîncanê hatibûn kirin duh derengî şevê hatin berdan. Hate diyarkirin ku dayik duh bi şev li Erzînganê mane û de di nava rojê de bên bajarê xwe.    6 kesên ku niha girtî ne jî ji Girtîgeha Tîpa M a Qubînê ya Êlihê hatin berdan.