Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan HATE NÛKIRIN 2024-10-26 10:20:51 ŞIRNEX/ENQERE -Li bajarokê Ereban ê Hezexê di serdegirtina malan de hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan. 13 kesên li Enqereyê jî hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Leşkeran li bajarokê Ereban yê navçeya Hezex a Şirnexê di serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Îhsan Oz, Hikmet Oz, Şavkiye Soyal, Medîha Akay, Şukru Yildiz, Zahîde Baya, Melime Kaş û 2 kesên ku navê wan nehat zanîn, hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û li Qereqola Cendirmeyan a Şirnexê tên ragirtin.    ENQERE    Duh di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dabû destpêkirin de derbarê 33 kesan de biryara binçavkinê hate dayîn. 7 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin duh piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan hatibûn berdan. Xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zûhal Atlan jî di nav de 6 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.    6 kes bi hinceta parvekirinên wan ên medyaya dîjîtalê bi "propagandayê" hatin sûcdarkirin. Ji xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Zûhal Atlanê re jî hesabeke X'yê ku ne aydê wê ye nîşan dan û ev pirs jê kirin "Me nirxand ku vê hesabê tu bikartînî, te çima ev parvekirin kirine?"   Her 6 kesên piştî îfadeyên wan ên dozgeriyê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hatin kirin, bi şertê "kontrola edlî" hatin berdan.