‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’ 2024-10-26 10:36:19   AMED - Evîn Demîrtaş ji aliyê Abdullah Şehmûsoglû ve hat qetilkirin. Hevala Evîn Demîrtaş diyar kir ku Evînê bi tundiya sîstematîk re rû bi rû dima û tevî ku serî li qereqolê dida jî bêencam man.    Li taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasa Amedê di 22’yê cotmehê de Evîn Demîrtaş (47) a ku ji Abdullah Şehmûoglû (80) veqetiyabû, ji aliyê Şehmûsoglû ve li naverasta kuçeyê hat qetilkirin. Abdullah Şehmûsoglû berê jî di sala 1980’î de hevjîna xwe qetil dike. Hat zanîn ku bi efûyên hatibûn derxistin ji girtîgehê tehliye dibe.  Hevala Evîn Demîrtaş, qala tundiya li ser hevala xwe kir. Hevala Evînê diyar kir ku hevala wê her tim bi tundiya sîstematîk a Abdullah Şehmûsoglû re rû bi rû dima û piştî dev ji hev berdan jî gelek caran jî bi gefxwarinê re rû bir û maye. Hevala Evînê da zanîn ku hevala wê hê 15 salî bû bi darê zorê hat zewicandin.    DI 15 SALIYÊ DE BI DARÊ ZORÊ HATIYE ZEWICANDIN    Hevala Evînê anî ziman ku piştî dayika Evînê wefat dike jinbava wê û bavê wê bi darê zorê wê bi Abdullah Şehmûsoglû re dizewicînin û faîlê navborî berê jî hevjîna xwe qetil kiriye û Evînê zewaca wî ya sêyemîn bûye. Hevala Evînê destnîşan kir ku Evînê her tim bi tundiyê û heqaretê re rû bi rû dima û zarokên wê jî di heman demê de bi heman rewşê rê rû bi rû diman û got ku gelek eziyet li wan hat kirin.    TUNDIYA SÎSTEMATÎK    Hevala Evînê anî ziman ku hevala wê Evîn êdî nema ku li ber tundiyê îdare bike û di sala 2013’an de dev ji hev berdan û ji roja dev ji hev berdane heta roja hat qetilkirin her tim ji aliyê faîl ve dihat şopandin û tacîz lê dihat kirin.    BERÊ GILÎ KIRIYE    Hevala Evînê diyar kir ku Evînê berê li Bismilê çûye emniyete û giliyê Şehmûsoglû kiriye û tevî ku gelek caran Evînê serî li qereqolan daye jî nehat parastin û hat qetilkirin.    ‘SEDEM PERGAL E’    Hevala Evînê da zanîn ku ji ber polîtîkaya hikûmetê û pergalê kuştinên jinan zêde dibin û got ku raste rast sedema kuştina jinan pergal e.