Rejîma Îranê kolberek din qetil kir 2024-10-26 11:31:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, kolberekî jiyana xwe ji dest da.   Li gorî nûçeya RojNewsê ku spartiye medya rojhilatê Kurdistanê, duh serê sibehê kolberek kurd ê bi navê Îbrahîm Ehmed Nejad yê xelkê Mahabadê, li sînorê Serdeşt di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.   Hat diyarkirin ku piştî bûyerê cenazeyê Îbrahîm Ehmed Nejad rakirin nexweşxaneya Serdeşt û piştre jî birine bajarê Mahabadê.