Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn 2024-10-26 14:30:54   ÎZMÎR - Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê di çalakiya ku li darxistin de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê piştî darbeya leşkerî ya 1980 hate binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin faîlên wî bên darizandin.    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê li dar dix eli ber Sumerbanka kevin a li navçeya Konakê pêk anî. Di çalakiya ku gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir piştî di 13’ê îlona 1980’yan de hate binçavkirin û pişt re hate windakirin hate pirsîn.    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê yê çîroka Cemîl Kirbayir xwend, anî ziman ku heta ku aqûbeta hemû windakiriyan were aşkerekirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.