DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn 2024-10-26 14:45:23   SEMSÛR -Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê malbatên Varan û Dayan ên di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Semsûrê, malbata Dayan a ji Sêrtê û malbata Varan a ji Semsûrê ku beriya 4 mehan di navbera wan de dijminahiyê destpêkiribû li hev anîn. Piştî vê dijminatiyê ku di encamê de kesek bi giranî birîndar bû, rayedarên DEM Partiyê mudaxele kirin û malbat anîn cem hev. Piştî ku malbat li hev hatin li eywaneke li Semsûrê xwarina aştiyê hate dayîn. Ji bilî malbatan rêveberên DEM Partiyê yên Semsûrê û rêveberên rêxistina navçeya navendî, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Semsûrê û gelek kes beşdar bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn ê di xwarinê de axivî, diyar kir ku ji ber lihevhatina malbatan keyfxweş in û spasiyên xwe pêşkeşî wan kirin. Coşkûn ê qala girîngiya aştiyê kir, wiha got: “Em weke partî spasiyên xwe pêşkeşî her du aliyan jî dikin. Em sekna wan di dema van hevdîtinan de pîroz dikin. Em bi xwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Me beriya niha jî gelek pirsgirêkên xwe çareser kirin. Ji bo pirsgirêkên ji niha û şun ve jî tişta ji destê me were em ê bikin.”   Malbatên pişt re mafê axaftinê wergirtin ji bo hevdîtinên aştiyê spasiyên xwe pêşkeşî rêveberên DEM Partiyê kirin û gotin ku dê xwedî li aştiyê derkevin. Piştî axaftinan xwarina aştiyê hate xwarin û bi hev re wêne hatin kişandin.