Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan 2024-10-26 15:32:28   STENBOL/ENQERE - ÎHD li Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Çelîk û xwest bê berdan. Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş jî li Enqereyê xwest ku girtiyê nexweş Dede Anil bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê wek her hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û banga berdana girtiyan kirin.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan di hefteya 657’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê ya li navçeya Beyoglûyê pêk hat. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart vekirin. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk ê 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Jimara 5’an a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin û xwest ku demildest bê berdan.    Endamê Komîsyonê Taylan Bekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku nexweşiyên penceşêra mîzdankê, epîlepsî, nexweşya mîdeyê, helandina hestî lê peyda bûne û got ku hem di serê wî de hem jî di bedena wî de parçeyên şarapnele hene. Bekîn da zanîn ku ji ber van nexweşiyên li Çelîk peyda bûne ew bi alîkariya hevalên xwe û sendelyeya bi teker dijî.    BI ÊRIŞA GIRTIYÊ EDLÎ RE RÛ BI RÛ MAYE    Bekîn bi bîr xist ku Çelîk di sala 1996’an de birîndar tê girtin û ji ber ku parçeyên şarapnelê di serê wî û laşê wî de hene jiyana wî di bin rîskê de ye. Bekîn anî ziman ku dema Çelîk ji bo tedawiyê dibin Girtîgeha Metrîsê bi êrişa girtiyek edlî re rû bi rû dimîne û birînên xedar ên kuştinê lêdaye. Bekîn diyar kir ku di encama mudaxileya tibî de talûkeya rîskê ji ser xwe avêtiye û platîn xistine lingê wî yê çepê û ew nikare bimeşe û mehkûmî sendelyeya bi teker hatiye kirin.    ‘JI TEDAWIYÊ MEHRÛM TÊ HIŞTIN’    Bekîn anî ziman ku xwişka wî di 24’ê cotmehê de çûye serdana Çelîk û xwişka wî destnîşan kiriye ku birayê wê ji tedawiyê û lênihêrîne bêpar û mehrûm tê hiştin.    Bekîn herî dawî banga berdana Çelîk û hemû girtiyên nexweş kir û xwest rayedar di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin.    ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 529’emîn de çalakiya heftane li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Dede Anil ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” vekirin.    Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî da û bi bîr xist ku îro Roja Cîhanî ya Mafên Nexweşan e û bi minasebeta rojê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û nayên tedawîkirin.    ASTENGDAR E JÎ LÊ NAYÊ BERDAN   Yazmaci bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Dede Anil û diyar kir ku Anil ji sala 2023’yan ve girtî ye û ji sedî 98 astengdar e. Yazmaci da zanîn ku Anil nikare li xwe binêre û hevalên wî girtî li dinêhirin û tevî ku rapora wî ya astengdariyê heye jî nayê berdan. Yazmaci destnîşan kir ku pêwîste Anil û hemû girtiyên nexweş bên berdan.