Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn 2024-10-26 15:53:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê yên îro li ser bajare Amûdê de 8 welatî birîndar bûn.   Tirkiyhe ev 3 roj in bênavber bombe li gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Di êrişan de sivîl tên qetilkirin, binesaziyên petrolê û gundan tên bombebarankirin.    Tirkiyeyê li Girkê Legê binesaziya petrolê û gundê Girzîro bombebaran kir. Têkildarî encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.   Her wiha balafirên şer li Til Temirê kargeheke malzemeyên înşaetê bombebaran kir. Têkildarî encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.   GELEK BIRÎNDAR HENE   Li gorî nûçeya ANHA'yê; Balafirên şer ên Tirkiyeyê nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Amdûê bombebaran kirin. Di êrişê de birîndar çêbûn. Kesên hewl dan biçin alîkariya birîndaran jî bûn hedefa êrişan.    Hat zanîn ku gelek birîndar hene. Welatiyan û tîmên tenduristiyê birîndaran rakirina nexweşxaneyên li Qamişlo û Amûdê.   Di encama êrişê de 8 welatî birîndar bûn.   Navên birîndaran wiha ne: Dara Elî Teter, Bariya Xelîl Tewfîq, Ekrem Bîco, Fewazî Silêman, Alan Îbrahîm, Hember, Mesûd, Xalid Selman Macid.